Navenda PEN a Kurd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji PEN'a Kurd hat beralîkirin)
Navenda PEN a Kurd
  • Rêxistina nivîskaran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1988 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Navenda PEN a Kurd, ango PENa Kurd yekîtiyeke nivîskar û rewşenbîrên kurd e ku ji bo bihêzkirina wêje û zimanê kurdî dixebite. Beşeke ji PENa Navneteweyî ye û ji sala 2013an û vir de di komîteya nûhilbijartî de nûneriya xwe ya her çar perçeyên welêt û zaravayên zimanê kurdî tê de reng girtine û sê jin di komîteya birêveber a giştî de cih girtine. Di 2013an de serokê PENa Kurd a Amedê Şêxmûs Sefer e.

Dîroka PENa Kurd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

PENa Kurd li Ewrûpayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navenda PEN a Kurd ji aliyê Hüseyin Erdem hat damezrandin. Endamen ewil Hüseyn Erdem, Yayla Mönch-Bucak, Abdurrahman Nakshabandy, Hüseyn Kartal, Emine Erdem, Haydar Işik û Mehmet Uzun bûn. Serokê navenda PEN a kurd Dr. Zerdeşt Haco bû.[1]

PENa Kurd li Amedê û Komeleya Nivîskarên Kurd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

PENa Kurd a Amedê di sala 2004an de, li Amedê hate avakirin, lê ev avakirin her çiqas bi daxwaza Navenda PENa Kurd pêk hatibe jî, ne bi destûra PENa Navnetewî pêk hatiye û endamiya wan hêj jî nehatiye pejirandin. Daxwaznameyên serîlêdana endamiya PENa Kurd a Amedê dê di sala 2006an de ji aliyê PENa Navnetewî ve were nirxandin. Di sala 2006an da ev daxwaz nehate pejirandin. Ji lewre, vê rêxistina li Amedê navê "PEN" ji ser xwe rakir û tenê wek Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Amedê û paşê Komeleya Nivîskarên Kurd hat binavkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 31 kanûna paşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 26 tebax 2013{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]