Here naverokê

Pakaran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gundê Pakaran gundeke navçeya Têkor a ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ye. Gund 35 kîlometreyan dûrî navçeya Dîxorê li ser sînorê  Ermenîstan cih digire. Hejmara niştecihiyên wî 201 kes in. Li kêleka çemê Arpaçay hatiye avakirin.[1]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka gundê Pakaran vedigere bo serdemên çaxê naverast û heta niha mazûvaniya  çend şaristaniyên weke Moxol, Bagratî, Osmanî û Rûsan kiriye. Beşek ji bermayayên wan şaristaniyan heta niha jî li gund ser piyan mane. Geştiyar ji derve û navxweyî welat  bo dîtina wan serdana gund dikin.

Ev gund yekem cihê niştecihbûnê yê Xanedana Bagratî ye ku di navbera sedsalên 9 û 11ê de li deverên Qers, Erdexan, Wan û Artvînê hukumdarî kiriye. Gund xwediyê dêrekê ye.

Dêra Pakaran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dêra Pakaran ji aliyê wê xanedaniyê ve hatiye avakirin, lê bi borîna demê jinavdiçe û di serdema Rûsan de careke din tê nûjenkirin. Dêr bi egerek mezin di dagîrkariya Rûsan a di sedsala 19emîn de hatiye nûjenkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/people-places/29042022. Roja gihiştinê 29 gulan 2024. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)