Parçebûn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Parçebûn yek ji cora zêdebûna nezayendî ye

Parçebûn (bi înglîzî: fragmentation) şêweyek zêdebûna nezayendî ye.

Li pirbûna bi parçebûnê de laşê bavan parçe dibe, ji her parçeyek zîndewerek nû çêdibe. Pirbûna bi parçebûnê di nav zîndewerên firexaneyî de rû dide. Hin corên ajal, karok û riwekan li gel pirbûna zayendî, bi parçebûnê, bi awayekê nezayendî jî zêde dibin.

Ji bo pirbûnê, parçebûna hin zîndeweran di bin kontrola zîndewerê de, bi awayekî asayî rû dide. Hin perçebûn jî ji ber êrîşên nêçîrvanan an jî ji aliyê mirovan ve bi awayekê destkarî rû dide.

Ajalên wekî îsfenc, kurmê pan, stêra deryayê, bûka deryayê mînak in bo pirbûna bi parçebûnê li ajalan[1].

Pêvajoya pirbûna bi parçebûn ji du gavan pêk tê; parçebûn û nûbûn[2].

Marmêlke dikare li dewsa kilika qetyayî yeka nû çêbike.

Nûbûn (bi înglîzî: regeneration) ne pirbûne. Di laşê hemû zîndeweran de nûbûn rû dide lê asta nûbûnê ji bo hemûyan ne yek e. Hin zîndewer ji beşek laşê xwe yên parçebûyî zindewerek nû çêdike, wekî mînak kurmê pan, hin zîndewer beşa ko ji laşê wê qetiyaye ji nû ve çêdike, wekî mînak marmêlke. Nûbûn di laşê mirovan de jî rû dide, saxbûna birînan nûbûn e.

Hin corên sêtera deryayê ji parçeyên qetiyayî stêrkek nû çêdikin.

Asta nûbûnê li cem sterên deryayê gellek zêde ye. Hin corên stêrên deryayê bi parçebûnê pir dibin. Heke lingek stêra deryayê parçê bibe û jê biqete, stêra deryayê dikare bi nûbûnê lingek nû çêbike. Herwisa li hin coran de, ji beşa qetiyayî jî stêrek nû çêdibe[3]. Ango bi vî awayî hêjmara stêra deryayê zêde dibe. Lê li selemender û marmêlkeyan de parçebûn nabe sedema zêdebûnê. Wekî mînak heke qijikek an jî bazek ji bo nêçîrkirinê, êrîşek bibe ser marmêlkeyê (gumgumok), marmêlke kilika xwe diqetîne û kilik (doçik) mîna kurmek li erdê dilive, ev rewş bala neçîrvanê dikişîne, nêçîrvan berê xwe dide kilikê, di heman demê de marmêlke baz dide û ji wir dûr dikeve. Marmêlke di nav 2-3 mehan de kilikek nû çêdike[1]. Lê ji kilika qetiyayî marmêlkeyek nû çênabe, loma ji nû ve çêbûna kilika marmêlkê ne pirbûn lê nûbûn e.

Planerîa corek ji kurmên pan e û mînaka herî baş a bo pirbûna bi parçebûnê. Planerîa dikare bi awayekî asyayî xwe parçê bike, ji her parçeyek planerîayê, planerîayên nû çêdibe. Loma ev parçebûna asayî ya planerîayê mînak e bo pirbûna bi parçebûnê. Herwisa heke mirov laşê planerîayê bo 3-4 paran parçê bike, û heke jingeh jî guncav be, ji her parçeyek planerîayê, planerîayek nû çêdibe[4].

Îsfenc û mercan du ajalên deryayê ne ko dikarin bi parçebûnê pir bibin. Di laşê îsfencan de pêvajoya pirbûnê bi qetîna komek xaneyên taybet dest pê dike. Xaneyên ji laşê bavan qetiyayî, di hawirdorek guncav de, gir dibe, dibe îsfencek nû[5].

Ev riwek li pera pelên xwe de riwekokan çêdike û ji pelên xwe diqetine.

Riwek hem bi rêka asayî hem jî ji aliyên mirovan ve, bi destkarî dikarin bi parçebûnê zêde bibin. Wekî mînak; rîwekek heye bi navê Kalanchoe daigremontiana, ev rivek li perê pelên xwe de gellek riwekok çêdike, gava rîwekok ji pela riweka bavan diqetin û dikevêin erdê, her yek ji riwekokan gir dibin û dibin riwekek serbixwe[5].Ji ber vê taybetiya riwekî, ev rîwek wekî maka hezaran (bi înglîzî: mother of thousands) tê navkirin. Mirov ji pel, liq an jî ji koka riwekan jî dikare riwekên nû çêbike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  2. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  3. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  4. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  5. ^ a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.