Here naverokê

Partiya Lîberal Demokrat (Tirkiye)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Partiya Lîberal Demokrat
  • Partiya siyasî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1994 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdeolojiya siyasîLîberalîzm Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.ldp.org.tr/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Partiya Lîberal Demokrat (bi tirkî: Liberal Demokrat Parti, bi kurtasî LDP), partiyeke siyasî li Tirkiyê ye ku di 26ê hezîrana sala 1994an de ji aliyê Besîm Tîbûk ve hate damezrandin.[1][2]

Partî li Tirkîyê siyasetê dimeşîne. Nîşana Partiya Lîberal Demokrat delfîn e. Li gorî daneyên çileya sala 2024an 2.601 endamên Partiya Lîberal Demokrat heye. Rengên fermî yê partî spî û şîn e.

LDP partiyeke lîberal a klasîk e ku piştgiriya azadiya sivîl û bazara azad dike. Di nav hinek nêrînên partiyê ya rojane de kêmkirina lêçûnên hikûmetê û bac, kêmkirina rêjeyên bacê, kêmkirina burokrasiya hikûmetê, rakirina Bîmeya Tenduristiya Giştî ya mecbûrî û derbasbûna pergala bîmeya tenduristiyê ya taybet a dilxwaz û bidawî bûna leşkerî ya mecburî û derbasbûna leşkeriya profesyonel heye.

  1. ^ Besim Tibuk (19 tebax 2013), Besim Tibuk - LDP Kuruluş Basında Çıkan Haberler, roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2024
  2. ^ ""LİBERAL DEMOKRAT PARTİ"". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 tebax 2015. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)