Pestoya bilind a xwînê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Fişara bilind a xwînê yan xwînpestêna bilind yan hîpertansiyon an jî LBX yek ji nexweşiyên sereke yên NDD (Nexweşiyên dil - demar) e.

Koda nexweşiyê di bijîşkiyê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • ICD-10-Code Hypertonie I10.0 Arterieller Hypertonus

Nirxên xwînpestênê (ên asayî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heger ji vê radeyê berjêr an berjor be, divê mirov têkeve şika NDD'ê. Ji bo LBX'ê "Mêrkujê malê" yan "Dijminê ji malê" tê gotin. Lewra mirov zû nanase û lê nakeve şikê. Hîpertansiyon yek ji tabloyên herî mezin û ruhstîn ê serdema me ye. Her sal bi milyonan mirov ji ber nexweşiyên ku xwînpestêna bilind sedem in, dimirin.

Dilekî asayî û bêkêşe di rehetiyê de li dora 60-100 carî lêdide. Divê mirov hem ji aliyê hêza lêdanê, hem jî ji aliyê hejmara lêdanê carekê dilê xwe bide venêrîn.

Çiqas zû pêderxistin, ew qas zû çareserî! Hîpertansiyon: Bilindiya pesta/pestoya xwînê, bilindiya xwînpestênê(zêdebûna çewisandina'zexta' xwînê di rehan de(damaran de).) nexweşiyek pirbelavbûyî ye. Pêkerên metîrsîdariyê yê ku dihêlin derkeve holê ev in:

  • 1. qelewbûn.'obezîte'
  • 2. kêm hereketkirin.
  • 3. çixare.
  • 4. nexweşiya şekir'diyabitis melitus'
  • 5. dîslîpîdemî
  • 6.temen. jibo mêr >55 jibo jinan >65.
  • 7. di malbatê de hebûna heman nexweşî.

Çareserkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

bê derman:

  • kêmkirna xwarina
  • xwê_zeyîfbûn
  • berdana çixarê û alkolê:(terkkirin)
  • kirina werzîşê

Derman:

1. dîuretîk

2. înhbîtorên ACE

3. blokkerên(astengkerên) qenalên kalsiyumê

4. blokerên reseptorên anjiyotensînê.