Peymana aştiyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Peymana Aştiyê rêkkevtineka navbera du aliyên pevçûyî, piraniya caran du welatan, e ko bi awayekê fermî şer an pevçûneka çekdarane dawî dikit. Peymana aştiyê ne xwedanedest an teslîmbûn e ne jî agirbes û çeksekinandin e. Di agirbesê da herdu alî jibo heyameka diyarkirî an jibo devereka diyarkirî şerî radigirin. Di çeksekinandinê da herdu alî şerî radigirin da danûstandinên jibo lihevhatinekê destpêbikin û ew bi awayekê têrker lihevnehatine. Di xwedanedestê anko teslîmbûnê jî da arteşê aliyekî an hukmeta wî welatî çekê xwe dadinit û xwe davêt ber rehma aliyê serkevtî.