Peymana rakirina hemû awayên dîskrîmînasyona jinan (1979)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Komîsyona YNyê ya Jinan a di 1946an de ava bû, di salên 60î de dest pê kir û berê xebata xwe da hemû awayên dîskrîmînasyona jinan. Komîsyon berê li ser mafên jinan ên sîyasî û hevwelatiyê xebîtiye. Grûpê danezanek amade kir ku civîna YNyê ya giştî ew di 1967an de qebûl kir. Ev danezan bû bingehê peymana sala 1979an a rakirina hemû awayên dîskrîmînasyona jinan (Bi navê Peymana jinan jî hat binavkirin).

Peymana jinan ji 30 bendên ku bi mafên jinan ên li hemû waran, pêk tê. Komîteya hemû awayên Dîskrîmînasyona Jinan (Committee on the Elimination of All Forms of Discrimination against Women, CEDAW) çavdêriyê dike, bê ka Peymana jinan çawa tê teqîbkirin.

Welatên ku Peymana Jinan tesdîq kiriye divê her ji sê mehan carekê raporan bidin Komîteyê, bê bendên Peymana Jinan çawa tên tetbîqkirin. Komîte raporan dide ECOSOCê (Encumena aborî û civakî) och civîna YNyê ya giştî. Ev rapor dû re ji Komîsyona Jinan re tên şandin. Komîte dikare ji tiştên di raporan de tên gotin û agahdariyên ji welatên peymanê tên wergirtin hereket bike û pêşnîyazên xwe û tewsîyeyên giştî pêşkêş bike.

Di 1998an de protokoleke ku di Çileya Pêşîna sala 2000î de ket îcrayê bi ser Peymana jinan ve hat kirin. Protokola servehî tê wê mahneyê ku jinên ku mafên wan ên mirovî li gora Peymana jinan pê pes bûne, ji bo sererastkirinê û stendina tezmînatê dikarin giliyên xwe li ba YNyê bikin. Berê îmkana giliyê takekesî li ba Komîteya YNyê ya Dîskrîmînasyona Jinan hebû. Niha jî mimkin e ku miorv li pêpeskirinên giran, an jî sîstematîk bikole.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]