Here naverokê

Pilingê Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pilingê Kurdistanê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Ajal
Cins: Panthera
Cure: pardus
Binecure: tulliana
Qada belavbûnê
Hevwate
  • P. p. ciscaucasica (Satunin, 1914)
  • P. p. saxicolor Pocock, 1927
  • P. p. sindica Pocock, 1930
  • P. p. dathei Zukowsky, 1964

Pilingê Kurdistanê[2][3], pilingê Zagrosê yan jî pilingê pinîpinî[4] (bi latînî: Panthera pardus tulliana) yek ji cureyên pilingan e ku hebûna wan di bin xetereyê de ye. Pilingê Kurdistanê li deverên çiyayî yên Kurdistanê ku di nav de rêzeçiyayên Zagrosê, Cûdî û rêzeçiyayên Torosê heye ku li van deveran li qadên çiyayî yên kavirîn, li deverên çandinî û li deverên avî yên çeman dijîn. Li deverên derveyê Kurdistanê jî li daristanên pelfireh û tevlihev ên nerm û newalên asê dijî. Bilindahiya qada jiyana pilingê Kurdistanê ji 600 mêtreyan heya 3.800 mêtreyan diguhere.[2] Piling heya niha bi caran li deverên cihêrengê Bakurê Kurdistanê hatiye dîtin.[5][6] Wargeha sereke ya pilingê Kurdistanê çiyayên Zagrosê ye û çiyayên bakurê Îranê ye. Pilingê Kurdistanê di van salên dawî jî li quntarên çiyayê Zagrosê ji aliyê kamerayan ve hatiye dîtin.[7] Di roja îro de tê texmînkirin ku hêjmara pilingê Kurdistanê li deverên Kurdistanê û li deverên din ên herêmê 1.100 piling mane ku di roja îro de cure di bin parastinê de ye ku kuştina wan ji aliyê dadgehên herêman ve bi cezayên giran têne ceza kirin.[8]

Sala 2015an jî li bajarê Îlamê pilingekî Zagrosê ji aliyê nêçîrvanekî hatibû kuştin. Ji ber ku pilingê Zagrosê cureyekî parastî ye û bi tinebûnê re rûbirû ye, ev kesê ku piling kuştibû bi fermana Dadgeha Îlamê hatibû girtin û gelek kesan li ser kuştina wî pilingî li malperên medyaya civakî nerazîbûna xwe anîbû ziman.

Cara dawî di gulana 2024ê de dîmenên ku bi kamereyên termal hatine tomarkirin de pilingek hatiye dîtin ku hespekê dixwe.[7]

Felis tulliana navekî zanistî ya pilingê Kurdistanê ye ku ji aliyê Achille Valenciennes ve di sala 1856an de hate pêşniyarkirin ku çerm û serê pilingekî ku li nêzî Smîrna (Îzmîra îro), li rojavayê Anatolyayê hatibû kuştin, wesif kiriye.[9] Di sedsalên 19 û 20an de çend pisporên xwezayê nimûneyên zoolojîk ên pilingan ên Rojhilata Navîn salox didane:

  • Felis pardus tulliana di sala 1899an de ji aliyê Richard Lydekker ve piştî lêkolîna çermê pilingê ji Qefqazê hatiye pêşniyarkirin.[10]
  • Felis ciscaucasica ji aliyê Konstantin Alekseevich Satunin ve di sala 1914an de li ser bingeha nimûneyek pilingê ji herêma Kubanê li Qefqaza Bakur hatiye pêşniyarkirin.
  • Panthera pardus saxicolor di sala 1927an de ji aliyê Reginald Innes Pocock ve hatiye pêşniyarkirin ku çermên pilingan ji deverên cûda yên Farsê vegot lê dişibiya wan bi çermên pilingên Qefqazê dît. Holotîpa wî çerm û serê pilingekî nêr ji Asterabadê bû.[11]
  • P. p. sindica di sala 1930an de ji aliyê Pocock ve ji bo çermek yekane û du serî ji çiyayên Girthar a li Belûçistanê hate pêşniyarkirin; çerm pir dişibiya çermê pilingên Zagrosê û pilingên Asyaya Biçûk lê rengê wê ji rengê pilingên Hindî (P. p. fusca) cuda bû.[12] Cure di sala 1996an de li gorî analîza genetîkî ya molekulî wekî P. p. saxicolor hatiye ravekirin.[13][14]

Di sedsalên 19 û 20an de, pilingê Anatoliyê wekî cureyekî pilingê cuda dihat hesibandin ku tenê li rojavayê Anatolyayê peyda dibû. Nimûneyên pilingên ku di koleksiyonên muzexaneyên zoolojiyê de hene, di mezinahî û şeklên serê wan de ji hev pir cuda nabin. Ji ber vê yekê, navên jêrîn ên wekê P. p. tulliana, P. p. ciscaucasica û P. p. saxicolor niha wekê hevwate têne hesibandin.[15]

Tê texmînkirin ku rûbarê Îndusê ji bo belavbûna vê binekomê astengiyeke topografîk çêkiriye.[13][14] Analîzek li ser nimûneyên pilingên ji Efxanistanê diyar kiriye ku ew ji curê P. p. saxicolor in lê bi pilingên hindî re têkildar in.[16] Analîzeke genetîk a 49 nimûneyên çermê pilingan ên ku li herêmên Azad Jammu Keşmîr û Galyat ên bakurê Pakistanê hatine berhevkirin vê yekbûnê piştrast kiriye ku van nimûneyan haplotîpên pilingên Zagrosê û pilingên hindî eşkere kirine.[17]

Di sala 2017an de nifûsa pilingên Zagrosê (pilingê Kurdistanê) wekî P. p. tulliana hatiye binavkirin ku ev nav ji bo cureya pilingan li Rojavayê Asyayê kevintirîn nav e.[18]

Analîzeke fîlogenetîk nîşan dide ku P. p. tulliana ji aliyê koka dayikê ve cureya komeke monofîletîk e ku di nîvê duyem ê Pleîstosenê de ji pilingê afrîkî (P. p. pardus) û yê erebî (P. p. nimr) cuda bûye.[19] Analîza DNAyê nîşan dide ku pilingên li Kurdistanê cureyê yek hewzek genê ne û bin kldeke cuda pêk tînin.[20]

Pîvanên Pilingê Kurdistanê.

P. p. tulliana xwedî pirçeke gewr û hinekî sor e, rozetên mezin li kêlekê rozetên biçûk li piştê li ser mil û lingên jorîn û deqên biçûk li ser serî û stûyê wan hene. Li gorî herêman rengî wan hinek diguhere.[21] Pilingê li Zagrosan li bi rengê zer û hem jî bi rengê zer ê tarî hene. Dirêjahiya laşê wan bi navînî 158 cm ye, dirêjahiya serê wam 192 mm û dirêjahiya poçika wan 94 cm ye. Giraniya pilingê Kurdistanê heta 60 kîloyan giran dibe.[22]

Agahiyên biyometrîk ên ku ji 25 pilingên nêr û mê yên li parêzgehên cuda yên Rojhilata Kurdistanê hatine berhevkirin nîşan didin ku dirêjahiya laşê wan bi navînî 259 cm ye. Giraniya pilingekî nêr a ciwan ku li bakurê Îranê hatiye dîtin 64 kîlo derketiye.[23]

Belavbûn û jîngeh

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pilingê Kurdistanê (P. p. tulliana) li deverên çiyayî yên li seranserê Kurdistanê, (rêzeçiyayên Zagros, Cîlo û Torosê) li bakurê Îranê û li hinek deverên daristanî yên li rojavayê Tirkiyeyê û li deverên daristanî yên Qefqazê dijî.

Bakurê Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê texmînkirin ku jîngeha pilingê Kurdistanê ya bijarte deverên kêmdaristanî, deverên çiyayî yên kevirî, deverên çandinî û deverên avî yên çeman in. Li Bakurê Kurdistanê hebûna wan li navçeya Çinar a bi ser parêzgeha Diyarbekirê û li parêzgeha Bidlîsê hatiye belgekirin.[24] Di heman demê dîsa di salên 2018 û 2019an de, li çiyayê Cûdî yê li parêzgeha Şirnexê wêneyên pilingê Kurdistanê hatine tomarkirin û dibe ku çiyayê Cûdî ji bo pilingê Kurdistanê ji bo tevgera di navbera bakur û başûrê Kurdistanê de korîdorek be.[25]

Başûrê Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gel dîmenên dîtî yên Bakurê Kurdistanê, di heman demê dîmenên pilingê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê jî hatine dîtin. Di cotmeha sala 2011an de û çileya sala 2012an de, li çiyayê Cejne (Jazhna) yê li stepên daristanên çiyayên Zagrosê li Herêma Kurdistanê, dîmenên pilingê Kurdistanê bi kamerayekê hatiye tomarkirin.[26] Di sala 2020an de pilingek li çiyayên parêzgeha Silêmaniyê hatiye tomarkirin.[27]

Pilingê Kurdistanê li Qefqazê, li derdora Tbîlîsî û li parêzgeha Şîda Kartlî ya Gurcistanê hatine dîtin ku ew bi piranî li daristanên giran dijîn. Di sala 2004an de çend piling li deştên nizm ên herêma Kakheti hatine dîtin. Nîşanên pilingan li du cihên li Tuşetiyê jî hatin dîtin ku li ser çavkaniyên çemên Andi Koysu û Assa yên ku bi Dagestanê re sinor in.[28] Tê texmînkirin ku piling carinan ji Rûsyayê derbasî Gurcistanê dibin lê pisporên xwezayê hêvî dikin ku ger parastina wan li her du welatan baş werin parastin ew dikarin di pêşerojê de li Gurcistanê zêde bibin.[29] Di navbera cotmeha 2000 û tîrmeha sala 2002an de li qadeke 780 km2 li erdên asê û zinaran ên Cihê Parastina Jîngehê yê Dewletî yê Xosrov li ser çiyayên başûrê rojava yên çiyayên Gegam, şopa deh pilingên Kurdistanê hatine dîtin.[30] Di lêkolînên di navbera salên 2013 û 2014an de, kamerayên dafikan li 24 deverên başûrê Ermenistanê pilingê Kurdistanê tomar kirine ku 14 ji wan li çiyayên Zengezurê bûn.[31]

Reftar û ekolojî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwarina pilingê Kurdistanê (P. p. tulliana) li gorî deverên ku lê dijî diguhere. Li seranserê Kurdistanê bi piranî nêçîra pezkoviyan (Capra aegagrus), muflon (Ovis gmelini) ku cureyeke pezkoviyên Kurdistanê ye û bi neçîra berazê kovî (Sus scrofa) tê xwedîkirin. Li hinek deverên din ên cuda bi nêçîrvaniya asik (Capreolus capreolus), xezal (Gazella subgutturosa), sîxur (Hystrix indica) û kêvroşk (Lepus europaeus) tê xwedîkirin. Pilingê Kurdistanê hinek ku li pey nêçîrê xwe ji deverên çiyayî yên daristanî nêzîkî deverên gundewarî dibe. Ev jî dibe sedem ku hinek caran êrîşê pez û kûçikên şivanan bike.[32]

Xeteraya nemabûnê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Cureya Pilingê Kurdistanê ku wêne ji hêla Joseph Smit ve bi navê pilingê Qefqasyayê di sala 1899an de hatiye xêzkirin.

Ji sala 2016an vir ve P. p. tulliana ji ber ku nifûsa wan ê kovî ji 1000an kêmtir tê texmîn kirin, di lîsteya sor a IUCNê de wekî cureyekî di bin xetereyê de hatiye navnîş kirin.[33] Pilingê Kurdistanê ji ber nêçîra neqanûnî, xeteraya mirovan wekî hebûna leşkerî û perwerdehiya leşkeran li deverên sinor û windabûna jîngehê ji ber birîna daristanan, şewat, berfirehbûna çandiniyê, zêdeçêrandina ajalên malan û ji ber pêşkeftina binesaziyê di bin gefê de ye.[33] Di salên 1980an de, li sinorê rojhilat û başûrê Kurdistanê mayînên dijmirov hatin bicihkirin ku rê li ber ketina mirovan ji bo herêmê were girtin. Pilingên ku li herêmê digerin ji nêçîrvanan û pêşkeftina pîşesaziyê bi ewle ne lê tê zanîn ku bi kêmanî du kes pê li mayînan kirine û ji ber vê pêlikieina mayînê hatine kuştin.[34] Gefa sereke pilingê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê birîna daristanan e ku di destpêka salên 2020an de ev birîna girantir bûye.[35]

Di nîsana sala 2001ê de, pilingeke mê li ser sinorê Kabardino-Barkariayê hate gulebarankirin; her du têjikên wê hatin girtin û birin baxçeyê heywanan a Novosibirsk a li Rûsyayê. Di navbera salên 2004 û 2007an de, bi tevahî 85 postên pilingan li bazarên Kabûlê hatine firotin. Dihat zanîn ku piling li ser girê Meghrî li başûrê Ermenistanê dijîn, ku li wir di navbera mehên tebaxa 2006 û nîsana 2007an de tenê yek piling bi kamerayekê hatiye kişandin lê di lêkolînên rêça pilingan ên li ser rûberek 296,9 km2 (114,6 sq mi) hatine kirin de ti nîşanên pilingên din nehatin dîtin. Navenda nêçîra herêmî dikaribû hebûna ji 4 heta 10 pilingan li herêmê bi parasta. Lê bandora hevbeş a nêçîra neqanûnî, dagirkirina ji ber xwedîkirina ajalan, berhevkirina nebat û kiyarkên xwarinê, daristanbirrîn û şewatên daristanê yên ji ber mirovan ewqas zêde bûye ku sinorên toleransê yên pilingan derbas bûye. Tenê hinek nifûsên piçûk û îzole li tevahiya Qefqasyayê mane. Jîngehên guncaw kêm in û pir caran li deverên sinorî yên dûr dijîn. Nifûsên herêmî Qefqasyayê bi koçberiya ji çavkanî ya nifûsa li Rojhilata Kurdistanê ve girêdayî ne.

Tê zanîn ku ji sala 1974an vir ve li li Bakurê Kurdistanê bi awayekî ne qanûnî li hemberî pilingên Kurdistanê êrîş pêk hatin û di encama êrîşa de hinek pilingên Kurdistanê hatine kuştin.[36][37] Tevî hewldanên berdewam ên ji bo ji nû ve bidaristankirina li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê, ji bo ji nû ve girêdana daristanên parçebûyî heta sala 2020an planeke çênebûye. Ev yek jî dibe sedem ku nifûsa pilingan li herêmê hêj zêdetir parçe bike.[38]

Li Rojhilata Kurdistanê û Îranê gefên sereke têkdana jîngeha pilingan nêçîra neqanûnî û zêdebûna ajalvanîya li jîngehên pilingan ne. Ne mimkûn e ku piling li derveyî deverên parastî bimînin.[39] Hişkesaliyên li deverên fireh ên jîngehên pilingan bandor li cureyên nêçîra sereke yên wekê bizin û miyên kovî kiriye û ev yek jî bûye sedema kêmbûna nifûsa pilingan.[40] Raporeke li ser mirina pilingan li Rojhilata Kurdistanê û Îranê eşkere kiriye ku di navbera salên 2007 û 2011an de li 18 parêzgehan 71 piling hatine kuştin ku %70 ji wan bi awayekî neqanûnî hatine kuştin û %18 jî di ji wan di qezayên trafîkê de mirine. Di heman demê de di navbera salên 2000 û 2015an de, 147 piling li Rojhilata Kurdistanê û li Îranê bi awayekî bê qanûnî hatine kuştin.[41]

Parastina pilingên Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dîmenek ji pilingê Kurdistanê ya nêr (Panthera pardus saxicolor) ku Baxçeyê Ajalan a Stuttgartê (Wilhelma) hatiye kişandin.

Pilingê Kurdistanê bi kêmanî jî be ji Zagrosê ber bi deverên Qefqasyayê ve diçe. Heya niha bi caran li van deveran hatine dîtin lê jîngeha sereke ya Pilingê Kurdistanê çîyayên Zagrosê û çiyayê bakurê Îranê ye. Ji ber ku cureya wan di bin xetereyê de ye ji aliyê gelek welatên Asyayê ve bi qanûnan hatiye parastin.

Pilingê Kurdistanê di pêveka I a CITESê de û di pêveka II ya peymana Bernê ya li ser parastina jiyana kovî û jîngehên xwezayî yên Ewropayê de wekî parastineke hişk hatiye navnîş kirin[42]. Pilingê Kurdistanê li Azerbaycanê, ji sala 1969an vir ve bi qanûnê tê parastin; li Ermenistan û Yekîtiya Sovyetê, di sala 1972an de qanûnên parastinê ji bo pilingên Kurdistanê hatiye derxistin. Populasyona pilingên Kurdistanê di pirtûka sor a Rûsyayê de di kategoriya I de wekê di bin gefa tunebûnê de hatiye tomar kirin û ji sala 1999an vir ve li Îranê bi qanûnê tê parastin.[43] Di sala 2001ê de, nêçîra pilingan li Komara Xweser a Naxçivanê hate qedexekirin û ji sala 2003an vir ve li başûrê Ermenistanê çalakiyên dijî nêçîrvaniyê bi rêkûpêk têne lidarxistin. Ji sala 2005an vir ve, li Qefqasyaya Biçûk heft deverên parastî hatine damezrandin ku rûberek 1.940 km2 (750 sq mi) vedihewîne, ji bilî sê deverên parastî li Çiyayên Talîşê ku bi tevahî 449 km2 (173 sq mi) rûber digire. Di Pirtûka Sor a neteweyî ya Gurcistanê de, piling ji sala 2006an vir ve wekê ajakên di bin xetereya krîtîk de hatiye navnîş kirin.[31] Cezayên kuştina pilingan li Ermenistan û Azerbaycanê ji salên 2006 û 2000an vir ve çend caran hatine pejirandin û hetine zêdekirin. Li Efxanistanê, piling di sala 2009an de di lîsteya cureyên parastî yên welêt de cih girtiye û li Qazaxistanê di sala 2021ê de nêçîra wan wekê sûc hatiye diyar kirin.

Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê Komeleya Xwezayê hewl dide ku projeyeke parastina ji bo pilingê Kurdistanê bide amade kirin.[44]

Komeleya Xwezayê di çarçoveya kampanyaya xwe ya bi navê "Armanc: Nemabûna Sifir" de ku di sala 2006an de dest pê kiriye, ji bo parastina pilingê Kurdistanê projeyek pêşxistiye. Lêbelê ji ber ku gelek kes û sazî bawer dikirin ku ev cure li deverên Bakurê Kurdistanê kêm e ev proje piştgiriyek berfireh bi dest nexistiye.[44] Ji wê demê ve tîma Komeleya Xwezayê ya Bakurê Kurdistanê lêkolîna xwe ya li ser pilingan û hewldanên xwe yên hevkariyê bi civaka herêmî re berdewam kiriye.[44] Ji ber nebûna çavkaniyan, xebat bi herêma çiyayî ya di navbera Bidlîs û Sêrtê de sinordar meye ku tomarên herî dawî yên bi rêkûpêk li wir hatine tomar kirin. Li vê herêmê toreke ragihandinê ya xurt bi gundî û şivanên ku li heman herêmê, li qada pilingan digerin re hatiye damezrandin.[44]

  1. ^ Ghoddousi, A.; Khorozyan, I. (2025) [amended version of 2024 assessment]. "Panthera pardus ssp. tulliana". IUCN Red List of Threatened Species. 2025: e.T15961A274967670. doi:10.2305/IUCN.UK.2025-1.RLTS.T15961A274967670.en. Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2025.
  2. ^ a b "Li Çiyayê Cûdiyê Pilingê Kurdistanê û keftar hatin hemberî hev". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 30 tebax 2025.
  3. ^ "Pilingê Kurdistanê ket nav kerî gelek mîh mirar kir". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 31 tebax 2025.
  4. ^ Kitanî, Misûd Mistefa (2005). Kûvêt Kurdistanê. Dihok: Spîrêz. r. 41.
  5. ^ "Pilingên Anatolyayê (Pilingê Kurdistanê) çend heb hene?". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). 22 gulan 2025. Roja gihiştinê 30 tebax 2025.
  6. ^ "Li Amedê Pilingê êrîşê şivanekî kir". T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 tebax 2025.
  7. ^ a b "Pilingê Kurdistanê li qûntarên çiyayê Zagrosê hate dîtin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 30 tebax 2025.
  8. ^ "Cezayê nêçîra pilingê Anatolyayên 30 milyon lîre ye û her wiha cezayê girtîgehê jî heye". www.ntv.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 8 îlon 2025.
  9. ^ texte, Académie des sciences (France) Auteur du (1 kanûna paşîn 1856). "Comptes rendus hebdomadaires des séances de l'Académie des sciences / publiés... par MM. les secrétaires perpétuels". Gallica (bi fransizî). Roja gihiştinê 30 tebax 2025.
  10. ^ Zoological Society of London (1833). Proceedings of the Zoological Society of London. Smithsonian Libraries. London : Academic Press, [etc.]
  11. ^ Pocock, R.I. (1 tebax 1927). "XXVII.—Description of two subspecies of leopards". Annals and Magazine of Natural History. 20 (116): 213–214. doi:10.1080/00222932708655586. ISSN 0374-5481.
  12. ^ Bombay Natural History Society (1886). Journal of the Bombay Natural History Society. Smithsonian Libraries. Bombay, Bombay Natural History Society.
  13. ^ a b Miththapala, Sriyanie; Seidensticker, John; O'Brien, Stephen J. (1996). "Phylogeographic Subspecies Recognition in Leopards (Panthera pardus): Molecular Genetic Variation". Conservation Biology (bi îngilîzî). 10 (4): 1115–1132. doi:10.1046/j.1523-1739.1996.10041115.x. ISSN 1523-1739.
  14. ^ a b Uphyrkina, Olga; Johnson, Warren E.; Quigley, Howard; Miquelle, Dale; Marker, Laurie; Bush, Mitchel; O'Brien, Stephen J. (2001). "Phylogenetics, genome diversity and origin of modern leopard, Panthera pardus". Molecular Ecology (bi îngilîzî). 10 (11): 2617–2633. doi:10.1046/j.0962-1083.2001.01350.x. ISSN 1365-294X.
  15. ^ Khorozyan, Igor (1 çiriya paşîn 2014). "Morphological variation and sexual dimorphism of the common leopard (Panthera pardus) in the Middle East and their implications for species taxonomy and conservation". Mammalian Biology. 79 (6): 398–405. doi:10.1016/j.mambio.2014.07.004. ISSN 1616-5047.
  16. ^ Razaq Manati, Abdul (1 kanûna paşîn 2012). "Unterartenfrage Persischer Leoparden geklärt". Der Zoologische Garten. 81 (1): 1–13. doi:10.1016/j.zoolgart.2012.02.001. ISSN 0044-5169.
  17. ^ Asad, Muhammad; Martoni, Francesco; Ross, James G.; Waseem, Muhammad; Abbas, Fakhar-i-; Paterson, Adrian M. (16 tîrmeh 2019). "Assessing subspecies status of leopards (Panthera pardus) of northern Pakistan using mitochondrial DNA". PeerJ (bi îngilîzî). 7: e7243. doi:10.7717/peerj.7243. ISSN 2167-8359. PMC 6640621. PMID 31341733.{{cite journal}}: CS1 maint: unflagged free DOI (lînk)
  18. ^ "Pilingên Zagrosê" (PDF).
  19. ^ Farhadinia, Mohammad S.; Farahmand, Hamid; Gavashelishvili, Alexander; Kaboli, Mohammad; Karami, Mahmoud; Khalili, Bita; Montazamy, Shahab (2015). "Molecular and craniological analysis of leopard, Panthera pardus (Carnivora: Felidae) in Iran: support for a monophyletic clade in Western Asia: Morphogenetic Analysis of Leopards in Iran". Biological Journal of the Linnean Society (bi îngilîzî). 114 (4): 721–736. doi:10.1111/bij.12473.
  20. ^ Farhadinia, Mohammad S.; Ashrafzadeh, Mohammad Reza; Senn, Helen; Ashrafi, Sohrab; Farahmand, Hamid; Ghazali, Muhammad; Hunter, Luke T. B.; Macdonald, David W. (1 çiriya pêşîn 2020). "Is there low maternal genetic variation in West Asian populations of leopard?". Mammal Research (bi îngilîzî). 65 (4): 701–708. doi:10.1007/s13364-020-00510-1. ISSN 2199-241X.
  21. ^ Kiabi, Bahram H.; Dareshouri, Bijan F.; Ghaemi, Ramazan Ali; Jahanshahi, Mehran (1 kanûna paşîn 2002). "Population status of the Persian Leopard (Panthera pardus saxicolor Pocock, 1927) in Iran". Zoology in the Middle East. 26 (1): 41–47. doi:10.1080/09397140.2002.10637920. ISSN 0939-7140.
  22. ^ "Wayback Machine" (PDF). www.catsg.org. Ji orîjînalê (PDF) di 2 adar 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 tebax 2025.
  23. ^ "Sanei, 2007. Persian leopard status in Iran (book).pdf". Google Docs. Roja gihiştinê 30 tebax 2025.
  24. ^ Avgan, Batur; Raza, Hana; Barzani, Muhammadsaddik; Breitenmoser, Urs (2 nîsan 2016). "Do recent leopard Panthera pardus records from northern Iraq and south-eastern Turkey reveal an unknown population nucleus in the region?". Zoology in the Middle East. 62 (2): 95–104. doi:10.1080/09397140.2016.1173904. ISSN 0939-7140.
  25. ^ Karataş, Ahmet; Bulut, Şafak; Akbaba, Burak (3 tîrmeh 2021). "Camera trap records confirm the survival of the Leopard (Panthera pardus L., 1758) in eastern Turkey (Mammalia: Felidae)". Zoology in the Middle East. 67 (3): 198–205. doi:10.1080/09397140.2021.1924419. ISSN 0939-7140.
  26. ^ "First photographic record of the Kurdish lepard in Kurdistan".
  27. ^ Ahmed, Soran H.; Majeed, Soma I. (21 kanûna pêşîn 2020). "MONITORING OF THE WILD MAMMAL FAUNA IN BAMO MOUNTAIN IN NORTHERN IRAQ (KURDISTAN) FOR THE FIRST TIME USING CAMERA TRAP METHOD AND RAISING AWARENESS FOR ITS CONSERVATION". Bulletin of the Iraq Natural History Museum (P-ISSN: 1017-8678 , E-ISSN: 2311-9799) (bi îngilîzî). 16 (2): 161–172. doi:10.26842/binhm.7.2020.16.2.0161. ISSN 2311-9799.
  28. ^ "Pilingê Kurdistanê" (PDF).
  29. ^ Dumitraskovic, Marion (22 çiriya paşîn 2021). "PERSIAN LEOPARD IS BACK IN GEORGIA". Caucasus Nature Fund (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 31 tebax 2025.
  30. ^ Khorozyan, Igor (1 kanûna paşîn 2003). "Habitat preferences by the Persian Leopard (Panthera pardus saxicolor Pocock, 1927) in Armenia". Zoology in the Middle East. 30 (1): 25–36. doi:10.1080/09397140.2003.10637984. ISSN 0939-7140.
  31. ^ a b Askerov, Elshad; Talibov, Tariel; Manvelyan, Karen; Zazanashvili, Nugzar; Malkhasyan, Alexander; Fatullayev, Parviz; Heidelberg, Aurel (3 nîsan 2015). "South-Eastern Lesser Caucasus: the most important landscape for conserving the Leopard (Panthera pardus) in the Caucasus region (Mammalia: Felidae)". Zoology in the Middle East. 61 (2): 95–101. doi:10.1080/09397140.2015.1035003. ISSN 0939-7140.
  32. ^ "Wayback Machine" (PDF). www.catsg.org. Ji orîjînalê (PDF) di 2 adar 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 tebax 2025.
  33. ^ a b IUCN (11 gulan 2023). "Panthera pardus ssp. tulliana: Ghoddousi, A. & Khorozyan, I.: The IUCN Red List of Threatened Species 2025: e.T15961A274967670". The IUCN Red List of Threatened Species 2025 (bi îngilîzî). doi:10.2305/iucn.uk.2025-1.rlts.t15961a274967670.en.
  34. ^ Schwartzstein, Peter. "For Leopards in Iran and Iraq, Land Mines Are a Surprising Refuge". National Geographic (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 îlon 2025.
  35. ^ Crisp, Wil (20 hezîran 2020). "Last chance for the Persian leopard: the fight to save Iraqi Kurdistan's forests". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 5 îlon 2025.
  36. ^ "the last anatolian panther". www.ergir.com. Roja gihiştinê 5 îlon 2025.
  37. ^ "Anatolian Leopard Sighted in Turkey for First Time in Years After Being Killed by Shepherd - Good Morning Turkey". Good Morning Turkey (bi îngilîziya amerîkî). 4 çiriya paşîn 2013. Ji orîjînalê di 11 çiriya paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 îlon 2025.
  38. ^ Gülçin, Derya; Yılmaz, Tuluhan (26 adar 2020). "Evaluation of forest fragmentation with particular reference to landscape-based ecological assessment and wildlife conservation". Turkish Journal of Forestry (bi îngilîzî). 21 (1): 84–93. doi:10.18182/tjf.654954. ISSN 2149-3898.
  39. ^ "Sanei & Zakaria. 2009. Primary threats to the leopard in Iran.pdf". Google Docs. Roja gihiştinê 5 îlon 2025.
  40. ^ SANEI, AREZOO; ZAKARIA, MOHAMED (23 sibat 2012). "Survival of the Persian leopard (Panthera pardus saxicolor) in Iran: Primary threats and human-leopard conflicts". Asia Life Sciences (bi îngilîzî). 21 (2). ISSN 0117-3375. Ji orîjînalê di 19 çiriya pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 îlon 2025.
  41. ^ Naderi, Morteza; Farashi, Azita; Erdi, Mehdi Alipour (2018). "Persian leopard's (Panthera pardus saxicolor) unnatural mortality factors analysis in Iran". PLOS ONE (bi îngilîzî). 13 (4): e0195387. doi:10.1371/journal.pone.0195387. ISSN 1932-6203. PMC 5918793. PMID 29694391.{{cite journal}}: CS1 maint: unflagged free DOI (lînk)
  42. ^ "Parstina Pilingên Kurdistanê".
  43. ^ "Nirxandina Rewşa Pilingê Kurdistanê li Rojhilata Kurdistanê û li Îranê".
  44. ^ a b c d "Komeleya Xwezayê | Em Xweza ne!" (bi tirkî). 4 îlon 2015. Roja gihiştinê 6 îlon 2025.