Premier League
Premier League (England Premier League(EPL)) an Lîga Premier, lîga herî bilind a futbolê Înglistanê ye. Lîg di 20ê Sibatê 1992an de hatiye damezrandin û her sal 20 tîm di lîgê de dikevin pêşbaziyê.
Lîg 38 hefteyên ku her tîm du caran hevdu dileyîzin pêk tê. Maç bi pirranî di dawiya hefteyê de tê lîstin lê car caran di hefteyekî de du maç tê lîstin loma Îngilîz nabêjin hefte, dibêjin roja pêşbirkê (matchday). Ji xêncî yaneyên xwe du tîmên Walesê (Swansea City û Cardiff City) re jî xwedîtî kiriye.
Di Premier Leagueê de ji 1992an heta niha çil neh yane ketiye pêşbaziyê. Ji wan tîman tenê heft heb bi ser ketin: Manchester United (13), Manchester City (6), Chelsea (5), Arsenal (5), Blackburn Rovers (1), Leicester City (1), Liverpool (1). Arsenal di sezona 2003-04an de tu maçan de têk neçû û bi ser ket. Bi wî awayî bûn yaneyê yekane ku di sezonekî Premier Leagueê de bê têkçûn bûye şampiyon û bernavkê ''The Invincibles" ku tê wateya têkneçûyî hildan. Manchester City di sezona 2017-18an de gihîşt 100 pûanan û bi wî awayî di dîroka lîgê de navnasê tîma ku di sezonekî de pûanê herî zêde keys kiriye bi dest xist.
Di sezona dawîn de (2021-22) tîma ku şampiyontî bi dest xist Manchester City bû.
Premier League
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Welat: Înglistan, Wales
- Konfederasyon: UEFA
- Damezrandin: 20 Sibat 1992
- Hejmara Tîman: 20
- Ast: 1
- Lîga binê: EFL Championship
- Kasên navneteweyî: UEFA Champions League, UEFA Europa League, UEFA Europa Conference League
- Şampiyona dawîn: Manchester City (2021-22)
- Tîma herî biserkeftî: Manchester United (13)
- Kesê ku herî zêde leyistiye: Gareth Barry (653)
- Kesê ku herî zêde gol avîtiye: Alan Shearer (260)
- Malper: premierleague.com
Şampiyon
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yane | Şampiyontî | Sal |
---|---|---|
Manchester United | 13 | 1993, 1994, 1996, 1997, 1999, 2000, 2001, 2003, 2007, 2008, 2009, 2011, 2013 |
Manchester City | 6 | 2012, 2014, 2018, 2019, 2021, 2022 |
Chelsea | 5 | 2005, 2006, 2010, 2015, 2017 |
Arsenal | 3 | 1998, 2002, 2004 |
Blackburn Rovers | 1 | 1995 |
Leicester City | 2016 | |
Liverpool | 2020 |