Psîkodrama

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Psîkodrama yek ji rêbazên an teknîkên psîkoterapiyê ye. Peyv ji psîko û dramayê hatiye çêkirin tê wateya dramaya ruh. Cara yekemîn ji aliyê Jacob Levy Moreno yê Awûstûryayî hatiye bikaranîn û wî xistiye nav teknîkên psîkoterapiyê.

Di psîkoterapiyên ferdî û komî de tê bikaranîn. Psîkolog şanoyek lidardixe û wekî gerînendeyê şano an fîlman îdare dike. Ji nexweş tê xwastin ku xwe têxe şûna keseke din. Bo mînak heger pisrgirêka nexweş bingeha xwe ji diya xwe digire, tê xwestin ku nexweş rola diya xwe bileyze. Bi vî awayî tê xwastin nexweş ji diya xwe fêhm bike, bi nêrîneke din li pirsgirêkê binêre.