Derûnnasiya derdorî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Psîkolojiya devedorê hat beralîkirin)

Derûnnasiya derdorî, psîkolojiya derdorî, ekopsîkolojî yek ji dîsîplînên nû yên zanistiya derûnnasiyê ye. Bi modela mirov-derdor-bandora dualî tê ravekirin. Li têkilî û bandora derdorê li ser derûna mirov an berevajiya wê dikole û bi rêbaza zanistiyê destkeftiyên xwe radixe ber çavan.

Cara pêşîn ji aliyê Jakob Johann von Uexküll ve bi tundî bal li vê prosesê hatiye kişandin û girîngiya wê hatiye destnîşankirin. Gihîştin û bipêşketina hişarê bi qasî ku di bin bandora kanên hundirîn de ye (wekî îd û ego), ewçend jî di ya kanên derdorî (superego) de ye. Mirov him ji devedora xwe digire, him jî lê bandorê dike.

Ev dîsîplîna han, sazûmaniya mirov-derdor-bandora dualî bingeh digire û li ravekirin û têgihîştina vê sazûmaniyê digere. Ev dîsîplîna han sûdê ji derûnnasiya kognîtîv, rêbaza tevgerzaniyê û derûnnasiya civakîyê werdigire.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]