Psîxê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Psîxê derîyê baxçeya Erosê vedîke

Psîxê (Yewnaniya kevn: Ψυχη ) di mîtolojîya yewnanî de hevjina Erosê ye. Wateya navê wî giyan e.[1] Ew di hûnera demên kevnar de piranî ba Erosê, bi baskên pirpirokê dihat teswîrkirin.

Çîroka Wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Psîxê demên ku mêran dest ji xwedawendan berdan û nêzîkê jinan bûn dotmîreke pir bedew bû. Afrodîtêyê ji wê eqisî û ferman da Eros ku Psîxê evîndarê zilamê herî sik bibe, lê Eros li şûna fermana diya xwe evîndarê wê bû û wê bir qesra xwe ya veşartî. Eros nasnameya xwe ya rastîn veşart û ji Psîxêyê re got ku divê tu carî li rûyê wî nenihêre. Her şev Eros û dotmîr li wê cihê veşartî diatin ba hev, lê dotmîr nizaniya li kê ye. Xwişkên Psîxêyê yên çavnebar, ew xapandin û dotmîr nêrî rûyê Erosê. Eros gelek jê acîz bû û soxiyê dotmîr ji aliyê Erosê hat berdan. Psîxê ji bo evîna xwe ya winda li cîhanê geriya û di dawiyê de kete xizmeta Afrodîtê. Afrodîtê peywirên ku ne çêbûna wan ne gengaz da Psîxêyê. Dawiya wan peywiran di dinyaya binerdî bû. Psîxê û Eros pişt re gihane hev û zewicîn. Bi dawetekê bi tevlêbûna hemî nemiran hatin zewicandin.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b "PSYCHE (Psykhe) - Greek Goddess of the Soul". www.theoi.com. Roja gihiştinê 5 sibat 2024.