Psychology Kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Psychology Kurdî
Malper /psychologykurdi.wordpress.com

Psychology Kurdî, yekemîn kovara derûnnasîyê ya bi zimanê kurdî dertê ye. Xwediyê kovarê li ser navê Ajans J&J Mehmet Güngörmüş, berpirsiyarê giştî jî Azad Zal e ku ji payîza 2016 ve, çar mehan carekê tê çapkirin. Navenda wê li Amedê ye. detê.

Kovarê di hejmara yekem û duyem de bi giranî li ser trawma û zarok, cûreyên trawma, stresa piştî trawma û rê û rêbazên tedawiya trawmayê sekinî.

Hejmara sêyem de Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan, bi nivîsa xwe ya bi zimanekî zanistî girîngiya zimên, xweza û aramiya derûniya zimên ji xwendevanan re rave dike. Derûnnas Mesût Ûmar, bi nivîsa xwe ya “Istismar û Ihmalkirina Zarokan” bi hûrgilî behsa îstismar û îhmalkirinê, cureyên wê dike, bertek û encamên wê dide nasîn.

Bi Prof. Dr. Vamik D. Volkan re hevpeyvîneke balkêş hatiye kirin. Di vê hevpeyvînê de, li ser mijarên şîn, şîna civakî, şîna sirûştî, şîna derûnnexweşî (psychopathological) û li ser dermankirina şînê hate axaftin. Derûnnas Darius Winzer bi nivîsa xwe ya “Şîn û Şîna Normal” pêvajoya şîn û şînkêşiyê bi me dide nasîn û hevsengiya pêvajoya nû vedibêje. Derûnnas Siyabend Aslan, bi nivîsa xwe ya “Mirin, Windahî û Şîn di Jiyana Zarokan de”, danasîna têgehên mirin, windahî û şînê dike, ji bilî vê li gorî temenê zarokan bertekên mirin û şînkêşiyê parve dike. Dermansaz Etman Yavuz bi nîvîsa xwe ya “Şîn û Derman”ê pêdiviya dermanan û asta bikaranîna wan dinirxîne. Prof. Dr. Cem Kaptanoglu, bi nivîsa xwe ya Jêderên Erîşbarî û Tundiyê yên Takekesîyê ya bi wergera Aydin Rengîn, bi zimanekî derûnkolînerî êrişkarî, tundî û êrişkariya wê ya siyasî parve dike. Derûnnas Mihemed Elî Alucî, bi nivîsa xwe ya “Nexweşiya Sewesî û Zorlêtiyê - NSZ li ser cureyên sewesî û zorlêtiyê disekine û dermankirina vê nexweşiyê bi xwendevanan dide nasîn. Prof. Dr. Melek Gorenli, bi hevpeyvîneke têr û tijî ya li ser derûnnasiya civakî û mijara kurdan derikeve pêşberî xwendevanan. Derûnnas Leyla Nisêbînî û Lêkolînêr Duzgun Ugur, bi nivîsa xwe ya “Piştgiriya Derûncivakî ya bi Zimanê Zikmakî” li ser civak û derûnnasiyê, di hevdîtinên derûnî de girîngiya zimên û piştgiriya derûncivakî ya bi zimanê dayikê radiwestin.

Derûnnas Hemed Elî Qoserî bi nivîsa xwe ya “Fêrbûna Renc û Dijwar - FRD”ê behsa pirsgirêkên xwendin, nivîsandin û hesabkirinê dike û rêûrêçikên çareseriyê nîşan dide. Derûnnas Rewşen Remalkî bi nivîsa xwe ya “Kêmasiya Baldariyê û Nexweşiya Hîperaktîwîteyê - KBNH li ser pirsgirêkên baldarî û hîperaktîwîteyê disekine û hûrgiliyên vê nexweşiyê dide nasîn. Derûnnas Gulistan Bakir, bi nivîsa xwe ya “Vajînîsmûsê li ser sedem, rêbaz û dermankirina vajînîsmûsê radiweste. Kenan Kedkar bi çîroka xwe ya “Pirtûkxaneyê behsa nexweşekî NSZê dike. Ji bilî van nivîs û nivîskarên hêja, di vê hejmarê de danasîna “Enstîtûya Derûndermanî û Derûntrawmayazanistiyê ya Zanîngeha Dihokê jî tê parvekirin. Cara yekem e enstîtûyeke wisa li Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin.

Girêdanên derve[biguherîne]