Weşanên Avesta
Xuyakirin
Weşanên Avesta yek ji weşanxaneyên ku bi kurdî û li ser kurdan pirtûkan diweşîne. Di sala 1995an ji aliyê rojnamevan Abdullah Keskin, Rûken Bagdu û Songul Keskin ve hat damezrandin. Di sala 1996an de bi awayekî fermî dest bi xebatê kir û di sala 1997an de bi awayekî Lîmîted Şîrket xebatên xwe domand.
Di Weşanên Avesta de gelek pirtûkên kurdî derketin. Di sala 2003an de helbestên Cegerxwîn ji nû ve hatin weşandin. Navenda Avestayê li Stembolê ye her wiha li Amedê jî nûnergeh û pirtûkxaneyeke Avestayê heye.