Here naverokê

Qefqasya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Qefqas hat beralîkirin)
Qefqasya
42°15′40″Bk 44°07′16″Rh / 42.2611°Bk 44.1211°Rh / 42.2611; 44.1211
Dirêjbûn1200 km Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • Mamison Pass Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bilindahî
  • 5642 metre Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Herêma Qefqazyayê li sala 1994'an

Qefqasya[1] di heman demê de bi navên wekê Qevqas[2], Qefqaz an jî Kafkasya jî hatiye naskirin, herêmekê ye ku di navbera Deryaya Reş û Deryaya Qewzînê de, li ser sinorê Ewropa û Asyayê ye. Ev herêm rêzeçiyayên Qefqasyayê vedigire ku Çiyayê Elbrûsê di nav de ye ku çiyayê herî bilind ê Ewropayê ye û ev çiya çavkaniya wêjeya devkî ya gelên Qefqasyayê ye.[3] Herêma Qefqasyayê ji aliyê siyasî û erdnîgarî ve ji du beşan pêk tê ku ji bakurê Qefqasyayê û başûrê Qefqasyayê pêk hatiye. Başûrê Qefqasyayê ji dewletên serbixwe û serwer pêk tê. Bakurê Qefqasyayê jî di nav Rûsyayê de ye.[3]

Koka navê herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yek ji kevintirîn şiroveyên ji bo koka navê Qefqasyayê ji nivîskarê kevnar Pliny hatiye. Pliny diyar kiriye ku navê Qefqasyayê ji peyva skîtî Gracaucasus hatiye ku tê wateya berfa spî.[4] J. Klaproth ku di salên 1800î de li Qefqasyayê geriyaye diyar kiriye ku navê Qefqasyayê bi koka xwe farisî ye û ji peyva farisî Koh-Kaf (Kuhî Kaf) hatiye ku tê wateya çiyayê Kafê. Romayiyan herêmê wekê Kafkas binav kirine. Li Ewropayê di sedsalên 15 û 16an de navê Qefqasyayê hatiye bikaranîn û ev bikaranîn heta roja îro jî berdewam kiriye; lêbelê Qefqasya ku di van bikaranînan de hatiye behs kirin, behsa herêma ku niha wekê Qefqasyaya Bakur tê zanîn dike û Qefqasyaya Başûr di vê pênaseyê de cih negirtibû. Ewropiyan ji bo Qefqasyaya Başûr navê Transcaucasia (Transkafkasya) bikar anîne ku tê wateya "ji Qefqasyayê wêdetir".

  1. ^ Bedirxan, Kamiran Alî (1986). Roja Nû, 1943-1946. Uppsala: Jîna Nû. r. 22:2.
  2. ^ Bedirxan, Celadet Alî (1985). Ronahî Hejmar 1-28 (1942-1945). Uppsala: Jîna Nû. r. 101.
  3. ^ a b Nijman, Jan (2012). "India's Urban Challenge". Eurasian Geography and Economics. 53 (1): 7–20. doi:10.2747/1539-7216.53.1.7. ISSN 1538-7216.
  4. ^ "Pliny, Natural History, 6 (a)". attalus.org. Roja gihiştinê 24 adar 2026.