Qoşme (aleta muzîkê)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Qoşme, aleta mûzîka bayî ya Kurdên xorasanê, ku li menteqên Kirmanşan û Îlam pê ra duzile (du nêy) dibêjin, yêk ji sazên din e ku li bakura xorasanî bi destên Aşiqan tê lêdixin.

Qoşme ‌aleta mûzîka Kurdên Xorasanê

Li menteqa Kurmanj ya bakûra xorasanê sê cûr Qoşme tên dîtin[biguherîne]

1 – Qoşmên ku pênc kun hene (Qoşmên pênc kunî) 2 – Qoşmên ku şeş kun hene (Qoşmên şeş kunî) 3 – Qoşmên ku heft kun hene (Qoşmên heft kunî), li paş gişt Qoşman ti kun tunin. Qoşme pirtir li dawetan bi def (dayre) û yan jî dihola ku bi destan tê lêxistin hengên lîstikê îcra dike. Qoşme pirtir ji hestîyên qanatên têr û yan jî yên durnê (quling) û carina ji qamîş (nêy) û heta carina jî ji hesin (lûlên hesinî mîna lûlên antîna tilivîsyonan) çê dibe, ku dengê Qoşma hestîyî dilnişîntir û rindtir e. Qoşme sazek cotî (dutayî, du lûlên dengdar) ye û dirêjîya wê bi gir û qiçik bûna hestîyê firendan ne. Li serî her yêk ji lûlên Qoşmê, pîzpîzk (ser pîq) ku ji qamîş in siwar dibe. Her du lûlên Qoşmê bi piranî hevdeng kok dibin, lê mimkun e ku carina (helbete pir kêm) kokên din yê hevnasîn, mîna koka sêyim û heta carina koka duyim bêbin dîtin. Van kokana pirtir Qoşmevanên hostakar îstifade dikin. Şayed hinek van kokana ji natewan bûna (nekar bûna) Qoşmevan li ser kok kirina deqîq û serast a Qoşmê daynin, hema wer nîne û îstifade kirin ji van kokên neaşina û hevnas bi giştî û tevahî agahane ye û sa daynamîsm û cûlîna (livîna) pirtir pîyade dibe. Qoşmevan dîsa sa çêkirina daynamîsm û cûlînê carina jî du dengên ferqdar ku pirtir li kêleka hev in ji rêya lûlên Qoşmê xwe çêdikin.

Mûzîkên Qoşmê[biguherîne]

Mûzîkên mihelî (herêmî / navçeyî) yêk ji mohimtirîn serwet û sermîyên ferhengî li her menteqê ne, li bakûra xorasanê jî va mijara (babeta) bi ronayî tê dîtin. Dutar û Qoşme ji mohimtirîn saz û aletên mihelî li bakûra xorasanê ne. lê ez bêtirs û bêguman û bêperwa dikam bêjim ku li vê navbeyna da Qoşme xerîbtirîn û mezlûmtirîn û bê piştîvantirîn mûzîka Êranê ye. Li alîyê rojava Êranê û menteqa Êlam / Îlam va saza bi navî duzile tê naskirin. Zil yani qamîş / nêy, û duzile yani dunêy / duqamîş ku li hevdu nûsikandine / girêdane. Li zemana berê va saza bi navên coftan / coftî û nirmar-al-mosena jî dihatine nasîn. Hinek êranî dibêjin ku va saza / aleta yêkim car Farabî (şaîrê Faris) çêkirîye û paşê li nav miletên cûr bi cûr belav bûye û kamiltir û rindtir û hezkirî bûye! Aleta qoşmê ji du qamîş / nêy bi dirêjîya li dor 20 santîmitir,an ku li kêleka hev (li cem hev, qoş yani muwazî/ rastênhev) danîne û bi hev girêdane (nûsikandîne) çêdibe. Li menteqa Kurdên xorasanê bi xisûs bilûrvan û qoşmevan yên hostakar û destbikar ku li kelan / gundan û li nav koçer û bînan in li şûna qamîşan ji hestîyên lingê têr / şahîn îstifade dikin. Ji alîyê mûzîkî da va saza oktavek kamil e yanku dikaye heft notên mûzîkî ên eslî lêxe. Va saza ku bi xisûs (bi taybetî) sa merasim û kom / komcivîn ên dawet û dîlan û şadîyê ye, pirtir ji 70 ta 100 sal berê sazek bûye ku qaşmar û qereçî (mitrib)an li ceşn û merasim ên dawetan bi dirav lêdixistine ku bi zimanê xelkî adî carina bi wan ra mitrib jî digotine. Bi vê hal û rewşa da bi rastî qodreta dengê dilnişîn û tewana ecîb û qoweta matmayî kirina vî sazî mihelî tiştek bêhempa ye, lê mixabin (efsûs ku, heyf ku, esefnak e ku) li rêya ji bîr kirinê û wendabûnê ye. [1]

Qoşmevanê navdar[biguherîne]

çavkanî[biguherîne]

  1. اسماعیل حسین پور, کتاب دیار و دوتار