Rêwas

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rêwas, ribês
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Caryophyllales
Famîle: Polygonaceae
Cins: Rheum
L.
Cureyên rêwas

Li dor 60 cureyên rêwas hene, çend ji wan ev in:

Rêvaz, rêvas, rêwas, rêwaz (Reubarbarum / Rhababa) navê giyayeke kesk e ku li çiyayan şîn dibe.

Rêwas nebatek e û biharan li çiyayên Kurdistanê pir tê dîtin. Rêwas pincareke lê wek fêqiyan tê xwarin. Hinek rêvasfiroş jêre dibêjin “mûzên Kurdan”. Di meha nîsadê de, li cihên hinekî asê û xîzikan de şîn tê. Kurdên me zêde xwarinan jê çê nakin (anjî nizanin çêkin). Tenê mixlawê çêdikin û jibo devterî (devşilkirinê) wek mûz û xiyaran diqeşêrin û dixwin. Temenê wê hefteyeke. Piştî hefteyekê dibehît (pîr dibit) lewre wextê dayik ji zarokê xwe aciz dibe jêre dibê “ umrê te umrê rêvasê be” (umir kurt bi) .

Lî nîk me bi tenê nêrka wê ango rêvasa wê tê xwarin. Kurd ji belga wê re dibêjin “belgerû” û kes naxwe. Her weha li çiya, ji aliyê xweristê de çêdibin lê kes naçîne. Lê Ewropî di baxçên xwe de diçînin û her weha jibo ticaretê baxçevaniya wê dikin. Bi pir awayî dixebitînin. Gelek cûreyên paste, kek, xwarin, rêçal, konposto, sîrke, kokteîl, derman û heban jê çêdikin. Lê Ewropî rêvasa wê naxwin. Belgên wê dixwin û tiştan jê çêdikin. Ango tiştên em tavêjin ew bi sedan cûreyan bi kar tînin.

Di pirtûkên dermanên Çîniyan de bi hizaran sal berî niha navê rêvasê wek rhabarbar ( reha- jîya- damara barbaran) derbas dibe. Ji ber ku Çîniya dema Tîbetî û Moxilan êrîşî welatê wan dikirin bi xwe re biribûn. Lewra jî wan navê wê rhabarbar lê kiribûn. Rêvas di salên 1600 de tê Ewropa. Ingilîz di 1800î de wek dikak (sebze –zerzewat) di baxçên xwe de hem jibo xwarinê, hem jî jibo xweşikahiyê dest bi çandinê kirin. 1900 an de birin Amerîka bakur. Niha li welatên Ewropa wek Holanda, Belçîka, Almanya Îtalya, Ingiltere û hwd hem jibo ticaret, hem jî jibo xwarin û xweşikahiyê tên çandin.

Naverok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Madeyên têde: Narium, kalium, calcium, phosphot, asin, vîtamîn A- B1- B 2 Naîcîn vîtamîn C.

Kêrhatî: Îştahê vedike. Bedenê bi hêz dike. Gazên mexde û rûvîkan ji holê radike. Rengê mîzê (îdrarê) zer dike. Jibo qebizê başe. Lê heke zêde bê xwarin navhinavan dibe (virikî dike). Lewre jinikên zaroyên berpistan (berşîr – yên şîrê diya xwe dimijin) heyî divê kêm bixwin. An dê zarok pêzikêş û virikî bibe.

Rêçal: Mirov dikare rêçalên tevlihev ji rêvasan çêbike. Wek tûerd (çîlek) û rêvas. gêlas û rêvas, sêv û rêvas, mûz û rêvas, pirteqal û rêvas, kîvî û rêvas û hwd. Rêvasan spî bikin û hûr kin, hinek toza şekir pê werkin û şevekê di sarincokê de bihêlin. Qasî rêvas ewqas jî fêkiyên din bikin nav hev, hinek av û şekir berdin ser û bikelînin, ku tîr bû bikin qetremîzan (qawanozan) û rakin.

Xwarin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêvaserûn: Rêvasan spî kin û hûr kin. Hinek rûn bêxin miqilkê (tawê). Rêvasan têde sor kin, ku rêvas nerm bûn biharatan bavênê û hêkan bişkênin ser. Hûn dikarin kutilkentirş jî jê çêkin. Dewsa kartolan, spanaq û mendê, hûn rêvasan bêxinê. Mirov dikare xweşavê jî jê çêke. Wek xweşavên hemi fêkiyan. Kek û paste: Rêvasan spî kin û li gor dilê xwe hûr kin nav avê. Qasî 15 deqan bikelînin bila nerm bibin. Ku nerm bûn, ava wê biparzinînin û bila sar be. Paşê li gor dilê xwe wek hemi fêkiyan bêxin nav kekan û pastan. Û noşîcan be!

Têbînî: Li Bajarê Colemergê û Wanê di nav xelkê de dibêjin ku Rêwas dermanê nexweşiya şekir e, lê evyek bi awayekî zanestî nehatiye îspatkirin.