Modêlê RGB yê rengan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji RGB hat beralîkirin)

Modêlê RGB yê rengan modêlekê zêdekirinê yê rengan e ko zêdekirina rengên sor, kesk û şîn ji bo çêkirina rengên dî bikar diînit. Navê modêlê û kurtenavê wê ji navê her sê rengên pêşekanî anko sor, gesik û şîn bi zimanê Inglîzî (red, green û blue) hatîye. Ev sê rengên pêşekanî ne her ew rengên pêşekanî yên sor, şîn û zer in ko di hunerî da bi navê rengên pêşekanî dihên niyasîn.

Modêlê rengan yê RGB bi xwe diyar nakit ka sor, şîn û kesik çi reng in û heta ev jî nehên diyarkirin rengên ko ji têkhilkirina wan sê rengan jî çê dibin bi diristî nahên diyarkirin. Bi vî awayî ev modêlê rengan dibit fezayê serberdayî yê rengan, mîna Fezayê sRGB yê rengan an Adobe RGB.