Rabat (paytext)
Rabat
| |
---|---|
| |
الرباط ![]() | |
Rabat li ser nexşeyê![]() | |
Koordînat: 34°1'31"Bk, 6°50'10"Ra | |
Dûgel | ![]() |
Beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 1146 ![]() |
Rêvebir | |
• Şaredar | Asmaa Rhlalou (National Rally of Independents, 2021–) ![]() |
Rûerd | |
• Giştî | |
• Bilindahî | 135 ±1 m ![]() |
Gelhe | 572.717 (2014) ![]() |
Koda telefonê | 537 |
Malper | www![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Rabat, (bi erebî: الرباط lat. a-Ribāṭ) paytexta Marokoyê ye û heftemîn bajarê herî mezin ê welat e ku li gorî daneyên sala 2014an nifûsa bajarî bi qasî 580.000 kes û nifûsa metropolê jî zêdetirî 1.2 milyon kes e. Di heman demê de bajêr paytexta herêma îdarî ya Rabat-Salé-Kénitrayê ye. Rabat li ser peravê Okyanûsa Atlantîkê û li ser peravê Çemê Bou Regregê hatiye avakirin.
Rabat di sedsala 12an de ji aliyê damezrînerên bajêr ji aliyê Almohadan ve hatiye avakirin. Bajar di destpêkê de mezin bû lê piştî hilweşîna Almohadan re ket nav heyamek paşveçûnek dirêj û di sedsala 17an de, Rabat dibe penagehek ji korsanên Barbarî. Dema ku fransiyan di sala 1912an de li Marokoyê parêzgehek ava kirin, Rabat dikin navenda îdarî ya xwe. Dema ku Maroko di sala 1955an de serxwebûna xwe bi dest xist Rabat dibe paytexta welatê.
Rabat, bi Temara û Salé re zêdetirî cihwarek bajarî ye ku 1.8 milyon kes lê jiyan dikin. Pirsgirêkên siltê rola Rabatê wekî benderê kêm kiriye lê Rabat û Salé hêj jî pîşesaziyên girîng ên tekstîlê, hilberîna xwarinê û hilberîna pîşesaziya avahîsaziyê diparêzin. Wekî din, tûrîzm û hebûna hemî balyozxaneyên biyanî li Marokoyê, Rabat dike yek ji bajarên herî girîng ê welat. Paytexta Marokoyê ji hêla CNNê ve di rêza duyem ê rêza "cihê herî populerê gerr a sala 2013an" de cih digire.[1] Bajêr yek ji çar bajarên împaratoriyên Marokoyê ye û medînaya Rabat wekî Mîrateya Cîhanê tê navnîş kirin. Rabat bi trênê, bi pergala ONCF û bi balafirê bi rêya balafirgeha Rabat-Salé ya nêzîk ve tê gihîştin.
Dîmenên ji bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
-
Katedirala Saint-Pierre.
-
Hassan Tower, Rabat.
-
Sûrên bajêr, tevî Bab el-Had (li aliyê çepê).
-
Avenue Mohammed V, Rabat.
-
Qada Piyetrî, Rabat.
-
Navçeya Raîd, Rabat.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ CNN, Lara Brunt,Special to (1 kanûna paşîn 2013). "Top travel destinations for 2013". CNN (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 14 îlon 2023.
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Rabat (paytext) de hene