Qahîre

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Qahîre
القاهرة Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Paytexta Misirê
القاهرة Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Kairo BW 1.jpg
Dîmenek ji bajêr
Flag of Cairo.svg
Ala
Emblem Cairo Governorate.svg
Mertal
Qahîre li ser nexşeyê
Qahîre li ser nexşeya Misir nîşan dide
Qahîre
Qahîre
Koordînat: 30°2'40"Bk, 31°14'9"Rh
Parzemîn Afrîka Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Dûgel Misir
Beşa îdarî
  • Cairo Governorate (1979–)
  • Khedivate of Egypt (1867–1914)
  • Sultanate of Egypt (1914–1922)
  • Egypt Eyalet (1517–1867) Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Paytexta
Dema avabûnê 969 Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Rêvebir
 • Şaredar Abd El Azim Wazir Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Rûerd
 • Giştî
  • 528 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
 • Bilindahî 23 metre Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Gelhe 9.293.612 (2018) Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Dem UTC+2
Koda postayê 11511 - 11668 Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Koda telefonê 02
Malper
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîneBelge
Qahîre bi roj
Qahîre bi şev

Qahîre, (bi erebî: القاهرة‎, al-Qāhira) paytexta Misirê ye û bajarê herî mezin ê cîhana erebî ye. Qada metropolê ya Qahîreya Mezin, 21,3 milyon kes lê dijî û kombûna bajarî ya herî mezinê Parzemîna Afrîkayê ye. Qahîre bajarê herî mezinê cîhana erebî û Rojhilata Navîn e û ji aliyê nifûsê ve bajarê şeşem a herî mezinê cîhanê ye.[1][2] Qahîre bi Misira kevnare ve girêdayî ye, ji ber ku kompleksa pîramîda Giza û bajarên kevnar ên Memphis û Heliopolis li qada bajarê ne.

Bajêr li nêzîkî deltaya Nîlê ye û bajar yekemcar wekî Fustat pêş ket. Piştî hatina misilman a Misirê bajar di sala 640an de li tenişta keleha kevnar a Romayê ya heyî ve berfireh bûye.

Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Niştecîhbûna kevnar[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Jiber ku bajêr li ser derbasbûna rêyên sereke yên di navbera Afrîkaya Bakur û herêma Şamê de ye, devera li dora Qahîreya îro ji ber cîhê wê yê stratejîk li hevbendiya Geliyê Nîlê û herêmên Deltaya Nîlê (Misira Jorîn û Misira Jêrîn) demeke dirêj bû xaleke girîng a Misira kevnar.[3][4] Memphis, paytexta Misirê di dema Keyaniya Kevin de û bajarekî mezin heya Serdema Keyaniya Ptolemaîk, li başûrê Qahîreya îro bû. Heliopolis, bajarekî din ê girîng û navendeke dînî ya sereke ye, ku niha li taxên bakurê rojhilatê Qahîreyê ye. Di salên 525 berî zayînê û 343 berî zayînê de bi êrîşên farisan re bajar bi giranî hatiye wêrankirin û di dawiya sedsala yekem a berî zayînê de beşek ji bajêr hatiye terikandin.[5]

Lêbelê koka Qahîreya nûjen bi gelemperî ji rêzek niştecîhên hezarsala yekem a piştî zayînê de ye tê şopandin. Li dora sedsala çarem, ji ber ku Memphis girîngiya xwe winda dikir, romayiyan kelehek mezin li ser perava rojhilatê Nîlê ava kirin. Keleha romayiyan ku jê re Babîl tê gotin, ji aliyê împeratorê romayê Diokletian (285–305) ve li ber deriyê qenalekî ku Nîlê bi Deryaya Sor ve girê dide ku berê ji aliyê împerator Trajan (98–115) ve hatibû çêkirin, hatiye avakirin. Li bakurê kelehê, li nêzî navçeya îro ya Elazbekiya, bender û qereqoleke kelehî heye ku bi navê Tendonyas yan jî Umm Duneyn tê zanîn. Di gel ku li herêmê ji xeynî kelehên Romayê, tu avahî ji sedsala 7an kevntir nehatine parastin lê delîlên dîrokî destnîşan didin ku li herêmê bajarek mezin hebûye.

Demazirandin û pêşvebirina bajêr[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Plana Qahîreyê ya beriya 1200 piştî zayînê ye ku ji hêla Stanley Lane-Poole (1906) ve hatie çêkirin. Di planê de cîhê avahiyên Fatimiyan, Keleha Selahedîn û şûnwarên berê nîşan dide.

Di sala 969an de împeratoriya Fatimiyan a şîa ya îsmaîlî piştî desthilatdariya Îfriqiyê Misirê bi dest xist. Generalê fatimiyan Cewher Elsaqilî bajarekî nû yê kelehî li bakurê rojhilatê Fustat û Elqataî ya berê ava kir. Çar sal derbas bûn ji bo avakirina wî bajarî, ku di destpêkê de bi navê Elmanşûriye dihat zanîn ku diviya bû ji bo paytexta nû ya xelîfetiyê xizmet bike. Di wê demê de, avakirina Zanîngeha Elezherê bi fermana xelîfe hat destpêkirin, ku ev zanîngeha sêyem kevintirîn zanîngeha cîhanê ye. Qahîre dê di dawiyê de bibe navendeke fêrbûnê, di gel pirtûkxaneya Qahîreyê ku bi sed hezaran pirtûk tê de hene.[6] Gava xelîfe Elmu'izz lî Dîn Allah di sala 973an de ji paytexta fatimiyan Mehdiya ji Tûnisê hat, navê navê bajêr wekî Qahirat Elmu'izz guherand, ku navê "Qahîre" ya îro (al-Qāhira) ji vê navê tê.[7] Xelîfe di komplekseke qesra fireh û berfereh de dijiyan ku dilê bajêr dagir kiribû. Qahîre di piraniya vê serdemê de wekî bajarekî padîşahiyê bi taybetî bêhempa ma, lê di dema serweriya Bedir Elgamalî de wekî wezîr (1073–1094) yekem car sînorkirin hatin sistkirin û ji bo malbatên dewlemend ên Fustatê destûr hat dayîn ku derbasê bajêr bibin. Di navbera salên 1087 û 1092an de Bedir Elgemalî jî dîwarên bajêr bi keviran ji nû ve ava kir û deriyên bajêr Bab el-Futuh, Bab el-Nasr û Bab Zuweila ku heta roja îro jî li ser piyan e, ava kirin.

Di serdema Fatimiyan de Fustat di mezinahî û dewlemendiya xwe de wekî navendek hunerî û bazirganiya navneteweyî û wekî bendera sereke ya herêmê li ser Nîlê, gihîşt asta herî bilind. Çavkaniyên dîrokî radigihînin ku li bajêr avahiyên hevparên niştecihî yên pir-qatî hebûn, nemaze li navenda wî ku bi gelemperî niştecîhên kategoriya navîn û kategoriya jêrîn lê jiyan kirine. Hinek ji van avahiyan bi qasî heft qat bilind bûn ku ji 200î heta 350î kesan dikaribûn tê de bijîn.

Erdnîgarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Qahîre li bakurê Misirê ye ku wekî Misir a Jêrîn tê zanîn, 165 km li başûrê Deryaya Navîn e û 120 km li rojavayê Kendava Suweyşê û Qenala Suweyşê ye. Bajar li kêleka Çemê Nîlê ye û tavilê li başûrê xala ku çem ji newala xwe ya bi çolê ve girêdide derdikeve û diherike herêma Deltaya Nîlê ya nizm. Her çend metropola Qahîreyê ji her alî ve ji Nîlê dûr dikeve jî, bajarê Qahîreyê tenê li perava rojhilatê çem e û li ser 2 giravên di nav Nîlê de li ser rûerdek ku bi tevahî 453 km² (çarçik) e, dimîne.[8][9] Ji hêla jeolojîkî ve, Qahîre li ser aluvium û zozanên qûmê yên ku ji Heyama Kuaternarê maye, hatiye avakirin.

Avhewa[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Li Qahîreyê û li kêleka Geliyê Çemê Nîlê, avhewa yekî germ a çolê heye. Bahoza bayê pir caran çêdibin û ji Adarê heya meha Gulanê toza çolê tîne nav bajêr û hewa pir caran bi xeterî zuha dibe. Germahiya bilind di zivistanê de ji 14 heta 22°C heta diguhere, dema ku germa nizm bi şev kêm dibe, dadikeve binê 11°C yê. Bi gelemperî digihîje 5°C yê. Di havînê de, bilindbûn herî kêm ji 40 °C yê derbas dibe û germa herî nizm jî dadikeve 20°C yê.

Baran kêm e û tenê di mehên sar de diqewime, lê baranên giran ku ji nişka ve tên dibin sedema lehiyek giran. Di mehên havînê de ji ber cihê xwe yê peravê remahiya zêde heye. Barîna berfê pir kêm e; Di 13ê Kanûna Pêşîn 2013an de hejmareke piçûk ji berfê, ku bi gelemperî tê bawer kirin ku berf e, li taxên herî rojhilat ên Qahîreyê ket, ev cara yekem e ku herêma Qahîreyê di gelek dehsalan de baranek bi vî rengî werdigire.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. "Cairo Population 2022 (Demographics, Maps, Graphs)". worldpopulationreview.com. Roja wergirtinê: 22 hezîran 2022.
  2. "Cairo, Egypt Metro Area Population 1950-2022". www.macrotrends.net. Roja wergirtinê: 22 hezîran 2022.
  3. The Grove encyclopedia of Islamic art and architecture. Jonathan Bloom, Sheila Blair. Oxford: Oxford University Press. 2009. ISBN 0-19-530991-X. OCLC 232605788.CS1 maint: others (link)
  4. Gabra, Gawdat; Takla, Hany N. (15 kanûna pêşîn 2010). The Esna Monasteries: Dayr al-Shuhada and Dayr al-Fakhuri. American University in Cairo Press. r. 225–242.
  5. Gabra, Gawdat; Takla, Hany N. (15 kanûna pêşîn 2010). The Esna Monasteries: Dayr al-Shuhada and Dayr al-Fakhuri. American University in Cairo Press. r. 225–242.
  6. Bacharach, Michael (31 kanûna pêşîn 2006). "Beyond Individual Choice". doi:10.1515/9780691186313. Cite journal requires |journal= (alîkarî)
  7. Morris, James W. (1990). "The Concise Encyclopedia of Islam. Cyril Glassé". The Journal of Religion. 70 (2): 305–306. doi:10.1086/488395. ISSN 0022-4189.
  8. "البوابة الالكترونية لمحافظة القاهرةCairoInBrief". web.archive.org. 19 nîsan 2009. Roja wergirtinê: 23 hezîran 2022.
  9. "Egypt: Governorates, Districts, Cities, Towns - Population Statistics in Maps and Charts". www.citypopulation.de (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 23 hezîran 2022.

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]