Radyoya Swêdê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Radyoya Swêdê (bi swêdî: Sveriges Radio, bi inglîzî: Radio Sweden Kurdish) pişka kurdî ya Radyoya Swêdê ye. Bi kurmancî û soranî rapor û nûçeyên derbarê Swêdê û revenda kurd li Swêdê pêşkêş dike.[1]

Programa xwe ya pêşiyê di 6ê kanûna paşîn a sala 2001ê de ji Stokholmê weşand. Navê beşa kurdî di destpêkê de "Zayele" bû, lê di sala 2015ê de ev nav ji ser xwe guherî û tenê ma "Radyoya Swêdê".

Xebatkarên ku heta niha demên dirêj di pişka kurdî ya Radyoya Swêdê de kar kirine: Nasser Sîna, Zana Schiroyi, Şîlan Diljen, Lorîn Berzencî, Nazanîn Mahmoud, Niştiman Irandoust, Beşir Kavak, Şaho Mwany û Robin Şahin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]