Reality-TV

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Reality hat beralîkirin)

Reality- TV cureyekî programa televîzyonê ye ku halên heyata heqîqî yê nenivîsandî belge dike, bi gelemperî ji xeynî aktorên profesyonel mirovên nenas dilîzin. Şowa reality di destpêka salên 1990an de bi şowên wekî The Real World re wekî celebek cihêreng derket holê, dû re di destpêka salên 2000an de bi serkeftina rêzefilmên Survivor, Idols, û Big Brother ku hemî jî bûn franchisên global, qedr û qîmetekê bi dest xist.[1] Şowên realityê bi "îtirafan" ve têne tijîkirin, beşên kurt ên hevpeyvînê ên ku tê de endamên lîstikvanan li waqiayên ku li ser ekranê têne xuyakirin reaksiyonên xwe nîşan didin an kontekstekê peyda dikin; ev bi gelemperî di şowên realityê ya amerîkî de tê dîtin. Di şowên realityê ên pêşbaziyê esas digirin de bi gelemperî beşdar bi qedemeyî elîmîne dibin ji aliyê heyeta hakeman ve an ji aliyê pêşbazan bixwe ve, an ji aliyê bînerên şowê ve.

Belgefîlm, xeberên televîzyonê, bernameyên sporê, talk show, û şowên lîstikên tradîsyonel bi gelemperî wekî reality nayên sinifandin. Hin cureyên bernameyên televîzyonê yên ku berî geşbûna bernameyên reality hebûn jî wekî reality hatine sinifandin, di nav de şowên kameraya veşartî, şowên peydakirina qabiliyetê, seriyên belgefîlman ên li ser mirovên asayî, şowên lîstikan yên konsept-bilind, şowên pêşxistina malê, û şowên dadgehê yên ku doz û problemên heyata heqîqî nîşan didin.

Programên realityê ji ber ku populerbûna xwe zêde bû bi rexneyên muhîm rû bi rû bû. Rexnegir îdia dikin ku şowên televîzyonê yên reality rastiyê nadin ekskirin, bi awayên hem îmayî (beşdar di halên sunî de têne bicihkirin, ferq dikin ku ne jidil e), hem jî bi xapandinê (guherandina ku halê cuda nîşan dide, beşdar li ser tevgerê tên perwerdekirin, çîrokên ji berê de çêkirî, çîrokên jixwe-sehnekirî). Hin şow bi hîlekirinê hatine sûcdarkirin ku bi yê favorî an jî bi yê binketî dane qezenckirin. Rexneyên din ên li ser bernameyên televîzyonê yên reality ev in ku niyeta wan şermezarkirin an îstismarkirina beşdaran e; ku ew stêrkan ji mirovên bêqabiliyet ên ku ne hêjayî meşhûrbûnê ne, fîgurên xirab, an ji herduyan jî çêdikin; û ew asayîbûnê cazib dikin û meth dikin.

Reality-ya Kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bernameya Cafe Kemîn ya Waar TVyê jî yek ji bernameyên realityê ya bi kurdî bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Hill, Annette (2005). Reality TV: Audiences and Popular Factual Television. Routledge. ISBN 978-0-415-26152-4.