Waar TV

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Waar Media
Destpêk2013
XwedîDelshad Shaban Abdulghafar
Picture format1080i Full HD
WelatBaşurê Kurdistanê
ZimanKurdî
Qada weşanêRojhilata Navîn
NavendDihok
Saziyên girêdayîWaar Music | Waar Zarok
Malperhttps://waarmedia.com/
Berdestî
Peyik
Eutelsat 10AFrekans : 11639 Polarîte: V Sembol: 3650
Nilesat 201Frekans : 10727 Polarite: H Sembol: 27500
Eutelsat 7 West AFrekans: 10727 Polarite: H Sembol: 27500
Medyaya bi Streaming
WAAR TVwaarmedia.com

Waar TV televîzyoneke kurdî ye ku di sala 2013an de li bajarê Dihok a Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin.[1][2] Qenal niha bi navê Waar Media tê zanîn ku toreke medyayî ya kurdî ya li parêzgeha Dihokê weşanên xwe dimeşîne. Waar TV girêdayî Tora Medyayî ya Waar û tenê bi Waar TV tê naskirin. Waar Media xwedî malpereke bi zimanê kurdî û zimanê îngilîzî ye. Armanca televîzyonê gihandina nûçeyên hunerî û gihandina geşedanên nû yên kurdî ye.

Waar TV niha li her çar perçeyên Kurdistanê bernameyan çêdike. %95ên bernameyên televizyonê bi Kurmancî û %5 jî bi Soranî ye. Bernameyên Waar TVyê yên ku li Bakurê Kurdistanê têne çêkirin bi pêşkêşvaniya Mehdî Mutlu bernameya “Mehdi Mêhvan E” û bi pêşkêşvaniya Gernas Nenas bernameya “Pencereya Bakur” e. Li Rojava bi pêşkêşvaniya hûnermend Sefqan Orkêş bernameya “Civata Rojava” û li Başûr jî bi pêşkêşvaniya Dilşad Ehmed bernameya “Mamik” e.

Waar TV bi taybetî girîngî dide weşanên çandî ku li perçeyên Kurdistanê bernameyên çandî û hunerî diweşîne.

Weşan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2019ê bi Rêveberî û Siyaseteka nû dest bi weşana xwe kreve. Dezgehê Waar Media, ser bi Kompanîya Palo ya Pexiş û Ragehandinêveye û ji kenalê Waar TV, herwesa Waar Radio û çendîn platformên torrîn cvakî bi navê " Waar Media " Pêkdihêt.[3][4]

Armanca kanalê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Waar TV, giringîyê dide aliyên kultûrî, civakî, hunerî û peyameka mirovayetî û Kurdistanî heye û hişyariya civakî, jîngehparêzî û parasta pêkvejiyan û aştiya civakî ye. Kanala Waar tv, bi çêkirina rêzefîlm, belgefîlm û muzîka resen û bernameyên xwemalî hewl dide reseniya civaka Kurdistanê biparêze û bînerî bi şaşeya xwe ve girêde. Ji aliyê kompaniya "vjin êcokêşn" ve piştevaniya darayî li kanalî dihê kirin.[5][6]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "WAAR Media". waarmedia.com. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2022.
  2. ^ "Waar TV - LyngSat". www.lyngsat.com. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2022.
  3. ^ RTÜK’ten Kurdistan24, Rudaw ve Waar TV kararı. "RTÜK'ten Kurdistan24, Rudaw ve Waar TV kararı".{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  4. ^ "تركيا توقف بث 3 قنوات كردية "K24 TV" و"WAAR TV" و"Rudaw TV" – وكالة صدى الاعلام للانباء" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
  5. ^ "Hevpeyvîna WAAR TV, Dr. Ary Habib, bi Dr. Muayad Aghali Merza, Seroki kolija dermansazi, li ser Tayi Maltayi: xweparastn w charasariyi; 09.05.2018". uod.ac (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
  6. ^ "Reşîd Findî di bernamê Şevîn ye WAAR TV de |" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.

[1][2][3]

  1. ^ Pencereya Bakur - Osman, Abûzer û Bahrî Altay (bi îngilîzî), roja gihiştinê 17 kanûna paşîn 2024
  2. ^ Mehdî Mêhvan e - Ewropa - Xeleka 1 | مەهدی مێهڤانە - ئەورۆپا - خەلەكا ١ (bi îngilîzî), roja gihiştinê 17 kanûna paşîn 2024
  3. ^ Mamik - Xeleka 72 | مامك - خەلەكا ٧٢ (bi îngilîzî), roja gihiştinê 17 kanûna paşîn 2024