Rih

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rih, ruh an giyan gorî dîtinê gelek ol û felsefeyan beşa mirovê bêbûjen e. Dibe ku gor dîn, bawerî û nêrînan curecur bê fêmkirin. Di îlahîyatê de rih alîyê mirov, yê îlahî temsîl dike; pişt mirina beden hebûna mirov bi rihê wî berdewam e. Di warê zanistnî de rih pir caran bi maneya psikolojî jî tê bilêvkirin.

Gorî her sê olên semîtîk, rihê mirov heye û ew namire. Gorî îslamê rihê mirov dikalûbela de hatiye afirandin. Ew di kardanka/hemla dayikê de dikeve bedena mirov û mirinê re jê vediqete û ewê di axretê de jî şunda pêgêhê.

Fîlozof jî bi piranî hebûna giyanê mirov qebûl dikin. Hebûna rih li girêdayî bedena mirov nîne û bi mirina beden re namir e, rih nemir e. Beden tenê ji bo rih cîhek e, cîhe ku di tê de hatîye girtin. Dema beden mir rih jê derdikeve, diçe. Gor pir bawerîyan rih li pêş afirandina bedenan hatîye afirandin. Çavkanîya jîyanê rih e.

Her çiqas pirayîya mirovan hebûna rih qebûl bikin jî yên qebûl nekin jî ene. Materyalîst mirov tenê ji bedena fîzîkî dibînin. Gor hinek bawerîyan jî rih bi mirina bedenekî derbazî bedenek din dibe. Ji wê bawerîyê re dibêjin tenasux /reinkarnation. Hinek bawer û nêrîn rih û can ji hev cuda dibînin, hinek jî nabînin. Di axavtina rojane de pir caran herdu peyîv di cîhên hevûdin de tên karanîn. Rih bi xwe peyîvek erebîye û derbazî zimanên dinên gelên misilman bûye. Di maneya rih de di dînê Îslamê de du peyîv hene. Ji wan yek “nefs” yek jî “ruh” e. Her çiqas di zimanê rojane de herdu peyîv pir caran cîhên hevûdin de bên karanîn jî cudabûnek jî navbera wan de he ye.

Di Qur’anê de ayetên di derheqê rih de zêde nînin û pir jî malûmat nadin. Di sûreya îsra de wusa dibêje: “Ew yê pisyara ruhê ji te dikin, tu bêje wa: Ruh ji emrê Rebê min e (ji wî pêvetir qet kesekî dî nuzanît kanê ew çî ye û ya çewaye) Ne ji îlîm û zanînê hema kêmek bo hewe ya hatîye dan (Îsra 85).” Di hinek ayetan de mîna Ruh-ul Quds derbaz bûye û bi cîhê ferişte Cebraîl de hatîye karanîn. Zêdetir di tesewûf li ser mijara rih sekinî ye.

Rih: Can, nefs, Cebraîl. Di tesewûfê de: a) Têgihîna însan a muceret (Kaşanî). b) Di însan de têgihîna bi zana û bi îdraq. Di elema fermanî de hatîye û di însanan de li ser rihê heywanî danîye, jê fêm kirin nemumkîn e. c) Rihê heywanî a di însan de ye. Maddeyek muceret e ku çavkanîya wî dil e. d) Rihê cemadî û nebatî ye ku hêza zindîtîyê dide. Di însan de rihê, maddi, rihê nebatî, rihê heywanî hene, yek jî rihê însanî ye. Rihê însanî ji alîyê Xwedê ve hatîye pifkirin û însanîyetê dide însan. Rihê di beden de mîna agirê di êzing de û rûnê di şîr de ye. Dî mirina mirov re jî dije. Mukellefetîya mirov ji wî rihê ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]