Roja Newé

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Roja Newé rojnameyeke kurdî-tirkî bû.

Di 15'ê gulanê sala 1963'an de li Stenbolê dest bi weşanê kir. Rojnameyeke mehane bû û bi dirûşemeya "rojnmaya wêjeyî, ramanî û siyasî" derdiket. Xwediyê rojnameyê Doğan Kılıç Şıhhesenanlı, berpirsê nivîsan Halîl Kılıçkara û gerînendeyê giştî yê rojnameyê jî Hasan Buluş bû. Heta niha nayê zanîn ku çend hejmarên vê rojnameyê derketiye. Di wan salan de cara pêşîn bû ku di rojnameyê de nivîsên bi zaravaya Dimilî cih girtin.

Di Roja Newé de, rewşenbîrên wek Abdurrahman Efhem Dolak, Selim Hangül, Zülküf Karahan, Doğan Kılıç Şıhhesenanlı nivîsaran dinivîsandin. [1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Malmîsanij & M.Lewendî, Li Kurdistana Bakur û li Tirkîyê Rojnamegerîya Kurdî (1908-1992), Öz-Ge Yayınları, 1992, s.159-162