Roman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Roman, têgîneke wêjeyî ya ku koka wê ji peyva “Romanus” ya latînî, ku tê wateya “çîroka bûyera rastîn an jî nîgaşî ya pexşan” tê ye.

Wekî cureyeke wêjeyê, pênasa û watedayina romanê ne tiştekî hêsan e. Lew ra roman jî wekî hemû cureyên wêjeyê, wate û raveya wê li gora dem û rêbazên wêjeyî an jî hunermendên demê tê guhertin. Mirov dikare bi kurtayî an di di wateyeke teng de bibêje roman, nivîsên dûvdirêj yên ku bûyeran bi awayekî rastîn û bi zerengiyeke berfireh hildide dest û lêkolîna xislet, civak, nêrît, hest û dahûrandina azweriyên mirov vedibêje ye. Armanca romanê, nasandina xisletan û ragihandina sêwirandina bêsiûdî û hejaniyan ya ku bi alaviya bûyeran tê vegotin e. Romana xurt û sergewer dikare xwe bi her awayî bikirmişîne, bikeve her dirûvî û cihê cihê ji her mêjiyî, ji her bedewiyê û her mezinahiyê re bibe navgîn. Dikare bang li her nîgaşbaziyê û rastîbîniyê/ê bike û gelek deriyên nepenî yên gerdûnê li mirov veke.

Her romanek jiyanekê, cîhanekê heta mirov dikare bibêje xwezayekê şirove dike. Di tevê romanan de tukes nikare li du kes an jî du qewmînên ji hev rast bê. Heta di tevê wêjeyê de tu kes nikare li du romannivîsên ji hev rast were. Roman, digel şewqdana civakî, di bin daraza fermana fikr û ramana romannivîs de dimîne. Roman mirêka sinc û gerdîşên civakê ye. Roman camidî ye. Ew tiştekî veşartî nahêle û dîmena ku dibîne bi awayekî eşkere hildide dest. Tiştekî ku di jiyana rastîn de hebe û derbasî romanê nebe nîn e. Di romanê de sînor nayê danîn. Lewr ra di romanê de hêmanên ku ji rastiyê têne wergirtin hêza nigaş û dewlemendiya hundirî ya romannivîs xurtir dike û heta heyînên jiyana rastîn li pey xwe dixirikîne. Bo wê gelek caran tê gotin ku romannivîs mirovê ku ji xwe bi dûr ketî ye. Belê ne qure ye; dilnizm e. Ew her gav xwe li pey lehengên xwe diheşifîne. Ew kesêkî/e feşartî û winda ye. Tu kes nikare wî/ê di romanê de bibîne. Car caran wekî siyekê dide pey lehengên xwe, wî/ê dişopîne û bêdeng dimeşe. Romannivîs, lehengê xwe ber bi gêtiyeke nû de dixirikîne. Peyre hin bi hin mirov dikişîne nav rakêşarî, dilniwazî û veşarîtiya jiyana lehengên ku ew bixwe parçeyek ji jiyana me ya rasteqîn in. Jixwe romana rasteqîn jî ev e. Ango, divê ku romannivîs rêbayeke cawîdan efsaneyî bide çîrokê. Çendî ku çetîn be jî, ev çawanî bo roman û wêjeyê pêwistîbûneke girîng û jênager e.

Daraza ku em derbarê romannivîs de didin, girêdayî pirî an jî hindikiya tiştên nenasbar yên ku aşkerekirina kurahî, xweşikî û bedewiya şayesandinê dike ye. Digel hemû tiştî dîsa jî ne pêkan e ku mirov dikaribe bandora demê an jî mercên dîrokî, civakî û aborî yên li ser romanê mandele bike.

Cureyên romanê[biguherîne]

Wekî têzanîn di derbarê romanê de di navbera romannivîs û vekolînerên wêjeyê de gelek nerînên cur be cur hene. Belê ne pêkan e ku mirov van hemû nêrînan pevgîhîne an pênaseke xuya û aşkere bo romanê dayne. Bi hîmî gava ku mirov di maweya mêjuyê de berhemên romannivîs û wêjevanan li ber çavan radixê, sê cureyên romanê yên bingehîn derdikevin pêşberî me :

Cureyên romanê yên bingehîn[biguherîne]

  • Romana destanwarî (epîk) : Ev roman, serenc û serpêhatiyên lehengekî/e tek xislet yên westar vedibêje. Di vê romanê de lêqewmîn bê rawestan diguherin, belê leheng heman e. Qet naguhere.
  • Romana dilşewat (dramatîk) : Ev roman, guhertina leheng ya li hember lêqewmîn û jiyanê vedibêje. Di vê romanê de leheng bi demê re tê guhertin. Tevger zêde xwe nade pêş; bêtir derûniya leheng derbasî pêş dibe.
  • Romana coşdar (lîrîk) : Ev roman, ji jiyan û mirov bêtir, bi awayekî hunermendane xebitandina herka giyana mirov vedibêje. Di vê romanê de bêtir nîgaş, sawêr, dilwasî û hestên nehevgirtî xwe didine pêş; ango di romanê de her gav mirov wekî kesekî/e heliyayî dixuye. Mirov dikare romana Goethe ya bi bi navê Werther wekî minak nîşan bide.

Digel van hersê cureyên bingehîn yê romanê, dîsa mirov dikare gelek caran taybetiyên van hersê şêwazan di heman romanê de li nik hev jî bibîne.

Roman li gora rêbazên wêjeyî[biguherîne]

Roman li gora mijarên xwe[biguherîne]

Li gora şêwaza vegotinê[biguherîne]

Bûyerên romanê bi awayên pircûre têne vegotin :

  • Romana ku ji aliyê kesê sêyemîn tê vegotin
  • Romana ku bi şêwaza serboriyê tê vegotin
  • Romana ku bi şêwaza nameyê tê vegotin
  • Romana ku bi şêwaza diyalogê tê vegotin
  • Romana ku bi şêwaza mirov xwe bixwe dikeve nava serboriyan tê vegotin
  • Romana ku bi riya wesîqeyan tê vegotin

Hêmanên romanê[biguherîne]

Li gora rêbaz û qaîdeyên romanê an jî lîteratûra wêjeyî hinek hêmanên romanê hene :

  • Bûyer: Romannivîs, mijara romana xwe qasî ku ji jiyana rojane digire dikare ji dîrok, çîrok, çîrvanok û mîtolojiyê jî bigire. Bi rastî mijara romanê, ji navgîna derbirîna hest û raman û nêrîna romannivîs pêve ne tiştekî din e. Çi şayesandina jiyana rojane û çi jî rasterê vegotina gêtiya xwe ya hundirî, hest, nîgaş, xewn an jî nêrînên xwe yên derbarê jiyan û cîhanê; çi dibe bila bibe, her hunermendek di karê xwe de jiyaneke nipînû û cihêreng radixe ber çavan. Bi xwezayî ev jiyana ku di romanê de tê şayesandin ne jiyaneke rasteqîn e. Belê mirov dikare bibêje ew sentez an jî şirovekirina jiyana rastîn e. Heta jiyana romanê ji jiyana rastîn tîrtir û girantir e. Romannivîs hin beşên jiyana rojane yên yeknesak (monoton) dide alî û ji xwe re (bo romana xwe) beşên manîdar hiltîne. Peyre wan bi awayekî hunermendane digihîne hev û jiyaneke nû derdixe holê.
  • Kes (kesan): Bêşik kesên ku di romanê tê behsa wan tê kirin mirov bi xwe ne. Ji ber ku romannivîs bixwe jî mirov e, dinavbera wî/ê û lehengê/a romana wî/ê de pêwendiyeke zexm û cihê xwe dide pêş. Ev pêwendiya taybet di tu şaxên hunerê de jî xwe bi vî awayî nikare bide der. Bo mînak : Wênesaz an peykertraşek çendî ku nexwaze jî dîsa dibe ku di hunera xwe de ji bilî mirovan heyberekî din vebêje. Belê romannivîs kêm-zêde (pir-hindik) ji peyv û gotinên ku hest û raman, kêf û coş an xemgîniyên wî/wê tîne zimên kesayetiyekê pêk tîne û li gora dilê xwe zayend û navekî lê dike. Ango kes û leheng gelek caran ew bi xwe ye. Bi vî awayî kesên ku di romanê de cî digirin ew kesên ku di mêjiyê romannivîs cî digirin bi xwe ne.
  • Pêwendiya Navbera Kesan: Di navbera kes û lehengên romanê de gelek pêywendiyên cur be cur hene. Di romanê de kes û leheng, ji hev hez dikin, ji hev didexisin, dixwazin tola xwe ji hev bistînin, an jî alîkariya hev dikin. Di romanê de ev peywendî gelek caran di evîneke sêkuj (sêgoşe) de asê dibe. Du mêr ji jinekê, an berevajiyê wê, du jin ji mêrekî hez dikin. Pêwendiya navbera kesan li gora rewşa bûyerê teşe digire û têkoşîna navbera wan ya li hemberî hev jî bi wî awayî didome.

Belê di romana rastîbîn ya komalî de mijara bingeh, têkoşîna navbera çînan e. Di şêwaza romanên wisa de têkiliya navbera kesan, wekî lêkdana navbera karker û karsaz, axa û gundî, leşker û gerîla derdikeve holê.

Di romana gerdîşî de, têkoşana takekes ya li hemberî civakê û helwesta wî ya li dijî kevneşopiyan derdikeve pêş.

Di berhemên romannivîsê coşdar an jî di romana lîrîk de bingeh, lêkdana mirov ya bi xwe re ango hestên kes yên binakok û têkoşîna hundirî ye. Car caran jî ev têkoşînên hundirî û derveyî di romanê de li nik hev an di hundir hev de tê dîtin.

  • Dem: Yek ji hêmanên romanê yên bingehîn jî dem e. Lêqewmînên ku di romanê de cî digirin, an jî guhertina mirovan ya ku bingeha romanê digire, di hundirê demekê de pêk tê. Dixwaze bila romannivîs şayesandina eyama xwe bike û dixwaze bila heyneke dîrokî vebêje an jî dixwaze bila demeke demande hilde dest, di romana wî/ê teqez hêmana demê heye.
  • Cî: Di romanê de ji cihê ku bûyer lê diqewime re wargeh (mekan) tê gotin. Di navbera jiyana lehengê/a romanê û wargeh de pêwendiyeke jênager heye. Ji ber ku di navbera mirovê ku li gund û bajêr dijî de cudayî heye, her romannivîs, lehengê/a xwe, li gora rewşa civakî li wargehekî bihingam û guncaw bi cih dike. Bi vî awayî wargeh wekî dekorekê di her romanê de cihekî girîng digire. Ancax di hin romanan de wargeh ji dekoratiyê derdikeve; dibe pêkereke wisa girîng ku bandorê li ser jiyan û hestên lehengê romanê dike. Bo nimûne : Du wargehên ji hev cuda, an jî hevnasiya lehengê/a romanê ya bi du civak û şarezahiyên durî hev , dibe sedema şaşî û tewşbûna wî/ê
  • Hawirdora Komalî (civak) : Di her romanê de wekî her mirovî/ê hawirdoreke komalî ya lehengê romanê jî heye. Leheng, car heye xizan car heye zengîn e. Her wiha hin caran nezan û hin caran jî têr zana ye. Car heye nîjadperest e. Oldar e. Car heye, pêşverû û şoreşger e. Gelek caran jî xwedî pîşe û hokar e. Di romanê de hawirdora civakî bi du beşan derdikeve pêşberî mirov. Yek; civaka ku leheng pêgirê wê ye. Du; hawîrdora komalî ya ku leheng tê de dijî ye. Ev herdu hawîrdor hin caran heman e û hin caran jî cihê ye. Gava ku cihê be di navbera leheng û civakê de lêkdan, bêahengî an jî nebanektî û ne lihevî rû dide. Çendî ku banektiya mirovê/a gundî bi bajêr re çetîn be; ya mirovê/a bajarî jî bi gund re ew qa çetîn e.
  • Derûnî (psîkolojî): Mirov di jiyana fîzyolojîk, psîkolojîk û komelayetî de wekî tevayiyekê tê dîtin. Romannivîsê/a serketî, mirov bi vê tevayiyê hilde dest û bi awayekî hunermendane wê pirealiya wî/ê dinirxîne. Çendî ku girîngdayina dahûrandina derûnî, pêtir di romana psokolojîk de derdikeve pêş dîsa jî her romannivîs bêgavî dahûrandin û şayesandina gêtiya hundirî ya lehengê xwe dibe. An na romannivîs nikare bi temamî lehengê xwe bi xwendevan bide nasandin. Bo ku mirov dikaribe bizav û tevgerên lehengên romanê binirxîne bi qasî pêkerên ku bandorê li ser tevgerê dike, hewceyî bi têgihîştina sedemên derûnî jî heye.
  • Gelşên Felsefî: Di hin romanan de gelşên derî sirûştî (metafîzîk) jî wekî mijar têne neqandin. Romannivîs car caran di gêtiya ku tê dîtin re dibuhire, pêwendiyê bi gêtiya ku nayê dîtin re tatîne û hewl dide ku raz û nepeniya wê biferisîne.
  • Bastûr û Plana Romanê: Di hêmanên pircure yên romanê de pevgirêdayiya bûyeran li gora heyn, rêbazên wêjeyî û romanivîsan gelek caran diguhere. Îcar romannivîs, her gav hunerwerî şanpaziya xwe di bihevxistina hêmanên pircure yên ku di jiyana mirov de cî digirin de nîşan bide. Di vir de rêz kirina bûyeran û eyar kirina demê jî gelekî girîng e. Romannivîsê/a hêzdar û serketî, di jiyana mirovan de qewameke girîng hilde dest û hemû bûyerên din li dû wê rêz dike an li dora wê dicivîne. Veguhêziya bûyerên jiyanê yên lihevketî ne roman e. Çimkî di romanê de bijarte û sentez gelekî girîng in û heta mirov dikare bibêje du hêmanên bingehîn in.
  • Şêwaz: Di romanê de şêwaz gelekî muhîm e. Belê şêwaza romanê jî li gora romannivîs û rêbazên wêjeyê dihuhere. Wekî hemû berhemên wêjeyî yên din, roman jî zêdetir bi şêwaza xwe dijî û li ser piyan dimîne. Ji do heta îro navdarî û nirxdariya romannivîsên klasîk û nûjen hemû bi saya bikaranîna zimanê şêwaza wan hatiye parastin. Her nivîskarek xwediyê şêwazeke xwe ya taybet e. Şêwaza aîdî romanê nîn e; şêwaza aîdî romannivîs heye. Wekî mînak : Gava ku Balzac romanê jî binivîse dê wekî Balzac û ceribandinê jî binivîse dê wekî Balzac binivîse. Her wiha, şêwaza Proust ne wekî ya Stendhal e. Şêwaz, dirûvpêxistin û gencîneyeke peyvê ya her nivîskar an romannivîsî/ê ji hev cihê ye û xweser e.

Binihêre: Lîsteya romanên kurdî

Orijînala gotarê: Adar Jiyan [1]