Rûdaw
Xuyakirin
Rûdaw | |
---|---|
| |
Logoya Rûdaw | |
Ziman | Inglîzî |
Dema avabûnê | |
Cihê baregehê | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Rûdaw yan jî Tora Medyayê ya Rûdawê, saziyeke medyayê ye ku navenda saziyê li Hewlêra Başûrê Kurdistanê ye. Rudaw ji ajansek nûçeyan a pirzimanî kanalek televîzyonê û ji radyoyeke pêk tê.
Tora Medyayê ya Rûdawê li Başûrê Kurdistanê bi zaravayê soranî û kurmancî, bi tîpên erebî û latînî derdikeve. Ji 6ê tîrmeha 2009an ve Rûdaw li Ewropa jî derdikeve û ji bilî Almanya, li gelek welatên Ewropayê tê belavkirin. Navenda Çapa Ewropayê li bajarê Almanya Kölnê ye. Rûdaw ji 32 rûpelan pêk tê û 15 rûpel kurmancî, yek bi zazakî û 16 ê din jî soranî ne. Rêvebirê beşa kurmancî Nasredîn Akyol û yê beşa soranî jî Hêmin Ebdullah e.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- (kurdî) (inglîzî) (tirkî) Malpera Rûdaw − Bi 3 zimanan
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |