Seleteya kuzelê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Seleteya kuzelê ji seleteyên klasîk e. Kuzel (bi latînî: Eruca sativa) an bi bandora zimanên din roka;, him wekî heşînayî, him jî di seleteyan de tê xwarin. Kuzel riwekek ji malbatae Eruca vesicaria ye ku ew ji koma Brassicaceae ye. Jê re rûkola jî dibêjin. Di pêjgeha kurd de cihê vê heşîniyê heye.

Standardeke vê seleteyê nîne, yan jî ji ber ku li ser pêjgeha kurd lêkolîneke zanistî nehatiye kirin, nayê zanîn.

Berkelî (melzeme)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 Hinar
  • 2 baq kuzel
  • 1 arûf (xiyar)
  • 1/2 SÇ (stekana-qedeha çayê) rûnê zeytê
  • Xwê (solin)
  • 2-3 KX (kevçiyê xwarinê) ava hinarê
  • 1 SÇ kakilê gûzê (pişirandî)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kokên kuzelê jêbikin, pelên wê bikin nava ava bi sirkeyê carekê bi vê avê bişon. Paşê yek-du avê bişon, bidarivînin. Xiyarê bi tevî qalikên wan (an bêî qalik) wekî zarê (kûbîkî) hûrbikin.

Badiyekê de rûnê zeytê, xwê û ava hinarê biçelpînin. Kuzelê pencemorkî (ango 2-3 cm) hûrbikin, xiyar û sosa seleteyê (li ser daxwaza we ye) jî tevlî bikin, tevbidin. Ser wê bi kakilê gûzê û hebikên hinarê bixemilînin, bînin ser destexaneyê (sifre).