Serokwezîr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Serokê hikûmetê hat beralîkirin)

Serokwezîr, serokê û rêvebirê hikûmetê ye. Serokwezîr ji aliyê gel ve mîna mebûsekî tê hilbijartin û piştre bi destûra Serokkomar hikûmetê ava dike. Serokwezîrtî, weke mirovê ku welêt bi rê ve dibê ê pêşî û ankû ê yekemin jî tê dîtin. Minak, li Amerîka, "pergala serokwezîrtiyê" heya. Weke ku li welatên weke Fransa û Almanya jî ku heya, welatên ku Komar in jî, bi destûrî serokwezîr girêdayî Serokkomar a. Serokkomar, weke yê li ser ku li gorî destûrê dişopêne ya. Ji ber ku serokkomar, yê ku dinerê ku ka li gorî destûra bingihîn tê kirin, ku piştî ku wî zagonên ku serokwezîr di parlamanê de buhurand in, êdî piştre dikevina merîyetê de.

Serokwezîr, di dem û pergalên tîran û ankû monaşî de jî heya. Li ber destê key, ku kar û barê welêt bi rê ve dibe û li hemû kar û kirina dinerê û ji wan bi berpirsîyar tê dîtin heya. Li ber destê key, gelek şêwirmend hena. Lê di roja me de, her şêwirmendekî weke yê wê demê, êdî bi karekê hatîya bi erkkirin û kar dike. Minaq, Wezîrê karê derve, wezêrê karê hundur, Wezîrê dadê, Wezîrê aborîyê û hwd, hena. Ev, weke sazî û ankû erkna ku welêt bi rê ve dibin in.

Serokwezîr, weke yê ku li parlamane li gorî destûrê ku tê bierkkirin û hikimetê ava dikê ya. Hikûmet, ji parlamenê tê ava kirin. Hikûmet, êdî bi vê yekê li ber parlamanê biberpirsîyar a ku di derbarê hemû kirinên xwe de hesab bide parlamane.