Singerçîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Singerçîn (Pectus carinatum) yek ji nexweşiyên hestî ye û pirranî jidayîkbûnê tê.

Di bijîşkiya gelêrî ya Kurdî de bijîşkiya hestî gelek bipêşketiye. Peyva Singerçîn li hin herêmên din bi cureyên din tên binavkirin û ji sing+gogerçîn=Singerçîn tê. Lewra sing deforme bûye, dişibe gogerçînan. Ji ber ku genetîk e pirranî ziyanê nade lê fonksiyonên kezebê bisînordike.

Heger kezebê yan organeke din biêşîne yan bisînorbike, li terapiyê tê gerîn. Hin caran ji ber ki pirsgirêkên estetîkî dertîne, bêî êşê jî nexweş dixwazin operasyon bikin lê bijîşk xwe nadin ber. Heya probelemên mezin derneynin, operasyon li dijî sinca bijîşkiyê ye. Li cem ciwanan, bi taybetî li cem keçikan dikare bibe sedemê hin pisrgirêkên psîkolojîk.