Sorik (nexweşî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sorik di çermê nerm de
Sorika tîpîk

Sorik an jî Sorka (bi latînî: Morbili) yek ji nexweşiyên mîkrobîk e ku ne tenê li zarokan lê belê li mezinan jî dixîne. Ji mirovekî jî dighêje yê din!

Kesên ku sîstema wan ya parastinê biserketine, di zaroktiyê de derbaskirine, bi sorikê dîsan nakevin. Bi saw û metirsîn e, pirr zû belav dibe. Pirranî bi payîz û zivistanan xwe dide der. Kurtbûna vîrusan 9-10 roj didome û paşê vîrus xwe zêde dikin.

Hin nîşanên sorikê an jî sorka[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hêstirên çavan
  • Destpêkê de zêdetîna laş
  • Kuxîn
  • Herikîna poz (bêvlê)
  • Di nava mûkoz an jî kewara dev de xalên sorik
  • Pinkteyên sorik di çermê zarok de

Nexweşî heger komplîkasyonek nehêle û sîstema parastinê biserbikeve di nava çend rojan de derbas dibe û ti ziyanê nahêle. Divê bê zanîn ku sorik ji bo zarokên hûr û mirovên mezin û jinên dicanî dijwar û bi metirsîn e. Hîjiyen an jî xwe parastina ji mîkrob û vêrûsan û bihêzkirina laş pirr girîng in.

Têrapî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dermankirin an jî têrapiya sorikê li ser bihêzkirina laş û hîjyenê ye. Dermaneke taybet dijî wê nîne. Bijîşk dikarin hin kombînezonên antîbiyotîkan bikarbînin. Dermanên êşê, xistina tîna laş jî tên bikaranîn. Zarokên ku bi sorikê ketine, bi qasî 9-10 rojan naçin dibistanê û di vê demê de bo ku nebe saw tê tênêkirin. Derziya parastinê ya sorikê di 10 mehî de tên lêxistin. Çêtir e mirov zarokan birêkûpêk bibin derzîkirinê.