Spehrê asmanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Spehrê asmanî di stêrnasîyê û rêşeqînîyê da spehr anko gokeka abstrakt anko tecrîdî ya mezin e ko hemî asmanê berçav vedigire û navenda wî Erd e. Mirov dikare bibêje ko hemî tiştên ko li asmanî dihên dîtin dikevin alîyê hundirê spehrê asmanî ko navenda wê dikare Erd an bîner bi xwe be. Eger bîner bibe navenda spehrî, wê demê spehr dê bibe perdeyekê nîvgokanî ko li ser cihê bînerî hatîye vedan. Spehrê asmanî di destê stêrnasan da alavekê kiryarkî anko praktîkal e. Stêrnas bi wê cêgeh anko posîsyona tiştan li asmanî diyar dikin, dema dûriya wan nehatibe zanîn an jî giring nebe.