Tîkegoşt

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tîkegoşt ji goştê tîkekirî re dibêjin. Têgîneke pêjgeha kurd e. Di terîfeyên xwarinan de tê bikaranîn. Tîke herwiha kevirê hûrîk ê pîvanê ye ku hostayên dîwarê bikartînin. Bi zimanê gelê cîran romiyan (tirk) jê re kuş başi (serê çûkê) tê gotin.

Tîke, kevirê hûrîk ê hostayê dîwaran bikartîne ye. Ji bo meyla dîwar rast be kevirekê bi serê bend ve tê girêdan û ji jor ve tê daxistin, bi viya meylê kontrol dikin. Herwiha ji kevirên hûrik ên di nava xerca du keviran de bo keysgirtinê re jî tîke tê bikaranîn.

Hostayên dîwaran jî ev nav ji batiyên zarokên lawîn (gun) girtine, lewra ji batiyên lawikan re tîke tê gotin. Ev nav wekî têgînekê derbasê pêjgeha kurd jî bûye, pirranî bo pîvana goşt tê bikaranîn. Ango divê goşt ne mezin, ne jî biçûk, bi qasî tîkeya hostayên dîwarê, yan batiyên zarokê be.

Ferhengok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Tîke, kevirê pîvanê yê hostayên dîwarê
  • Tîke , batiyên (gun, gunik, hêlik, hêl) zarokên lawîn
  • Tîkegoşt, têgîn û pîvana hûrkirina goşt
  • Tîkekirin, di pîvana tîkeyê de hûrkirin