Tûra

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Tûra yek ji cureyên hilperkînên Kurdan e. Pirranî li herêmên Tolhildanê tê lîstin. Govend tenê ya mêran e, ango mêr dilîzin. Bêî destgirtinê govendger wekî bazan milên xwe vedikin û berepêşiyê ve dikevin rêzê. Bi rêzek an komên dijber tê lîstin. Gorî pergala lîstinê 1 an zêdetir qamçî tên bikaranîn. Ji bo ku laşê mirovan ne zêde biêşe bi tiştekê ku dişibe qamçiyan jî tê lîstin.

Divê qamçî hîç nekeve erdê, kê avêt hewa yên li wî didin. Bo govendê cihekê kivşekirî heye. Heya wê derê kes nikare qamçiyê xwe bavêje û ji govendê bireve yan derkeve, fedî ye. Dema hatin wê cihê jî divê qamçî were avêtin. Govendgerê herî baş hin caran diqire û qamçiyê xwe li erdê dide û govendgeran dicoşîne.

Divê govendê de teqlîda şer tê kirin û gelek caran ji ber lêdana qamçiyan laşê govendgeran sor-morî dibin. Laşê kê pirr sor-morî bû, yê/yên din pesnê xwe dide/didin.