Tarxûn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Tarxûn
Dabeşandina zanistî

Tarxûn (artemisia dracunculus) riwekek ji famîleya beybûnan (asteraceae) e. Riwekeke pirrsalane ye. Li cihê ku hatiye ajotin, 8-10 salan beî problem ber dide. Ji Sîbîryayê belav bûye.

Bejna wê 120-150 cm bilind dibe. Wekî biharbêhn (biharat) di pêjgeha kurd de tê bikaranîn. Bi taybetî tevlî hin hêyavk, şorbe û seleteyan dikin. Di pêjgeha fransî de cihekê girîng digire.

Bijîşkiya gelêrî ya kurd de[biguherîne]

Tehma wê gelek xweşe e, teze yan hişkkirî tê xwarin. Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de li dijî kêma mîdeyê (gastrît) dihate bikaranîn. Gazê dertîne, kurman dixîne, mîzewaqiyê kêm dike.

Çavkanî[biguherîne]