Xwarezmî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Rêz 31: Rêz 31:
[[de:Al-Chwarizmi]]
[[de:Al-Chwarizmi]]
[[diq:Muhammed ibn Musa al-Khwarizmi]]
[[diq:Muhammed ibn Musa al-Khwarizmi]]
[[en:Muhammad ibn Mūsā al-Khwārizmī]]
[[en:Khwārizmī]]
[[eo:Al-Ĥorezmi]]
[[eo:Al-Ĥorezmi]]
[[es:Al Juarismi]]
[[es:Al Juarismi]]
Rêz 61: Rêz 61:
[[pt:Al-Khwarizmi]]
[[pt:Al-Khwarizmi]]
[[ro:Al-Khwarizmi]]
[[ro:Al-Khwarizmi]]
[[ru:Аль-Хорезми]]
[[ru:Ал-Хорезми]]
[[scn:Al-Khwarizmi]]
[[scn:Al-Khwarizmi]]
[[sco:Abu Abdullah Muhammad bin Musa al-Khwarizmi]]
[[sco:Abu Abdullah Muhammad bin Musa al-Khwarizmi]]

Guhartoya 10:01, 30 çiriya paşîn 2008

Wêne:Muhammad ibn Musa al-Khwarizmi (statue).jpg
Peykera Xwarizmî, li Teknîk Ûniversiteya Tehranê

Ebû Ebdallah Mûhemmad bîn Mûsa el-Xwarîzmî ((farisî)) ( zayîn 780; mirin dorê 850) stêrknas, matematîknas û erdnîgarnasekî Farsî bû ko navê beşê matematîkê Algoritma ji navê wî hatiye afiriandine.

Jiyan

Hatina tarixa wîya dinê neyê vebirî ye. Lê texmînî ew di salên dorê 780an de li Xwarîzmê(Îroj Xiva li Uzbekîstan) hatiye dinê û di salên dorê 850anan de jî çûye rihmetê. Ew nêzî temamiyê jiyanê xwe li paytexta Ebbasîyên Baxdayê derbaz dike. Ew bi taybetî, navbera salên 813 û 833, wexta ko di medreseya Xelîfeyê Mala Hîkmetê (Dar al-Hikma) de bû çalak bû û berhemên xwe bi piranî di wê wextê de nivisîbÛn. Dîroknasê Erebî Tebarî wî wek Zerdeşt dida zanîn. Lê gorî berhema xweya bingeh, Elcebra jî wek misilman xuye dibe.

Ew yek ji matematîknasên herî mezinê ko bi xebatên xweyên ser Arîtmetîk û Cebîrê(Algebra) têye zanîn.

Berhem

Di berhema xweya bi navê El-Kîtab el-muxtasar fî hîsab el-cebr ve-l-muqebala(Pirtûka puxteyê li ser hesaba cebîr û beramberîyê, di 825) de ew hesabê bi hêjmarên dehanî (Îng. decimal) pêşve dixwe û sifirê ji Hindîstanê têdixe hesaba erebî û hêjmarên modern dike. Va berhmea xwe di 1145an de bi navê Liber algebrae et almucabala tê wergerandine zimanê Latinî. Orjînalê wê pirtûkê winda bûye û îroj encax wergerên xweyên kevnên Latinî mane.

Dîsa ew di pirtûka xweya El-Kîtab al-muxtasar fî hîsab el-cebr ve-l-muqebala de li ser Mantiqê(Logic) û arîtmetîkê dişuxule û hevkêşeyên lîner(wek ax+c=0 ) û kûadratîk(quadratic, wek ax²+bx+c=0) dixebite.

Rûpeleka pirtûka XwarizmÎya el-Kîtab al-muxtasar fî hîsab el-cebr ve-l-muqebala

Bi daxwazê Xelîfe re ew li ser Astronomî dişuxule û astronomîyê Batlamyûs şirove dike. Wî berhemekê bi navê Kîtab Sûret el-Erdê(Pirtûka Rûyê Erdê) ko wek nexşeyê dinê bû berhev kiribû. Ew bi hin berhemên xwe li ser Salnameya Julien (Istixrac Tarîx el-Yahûd), salnameyên bi gelemperî (Kitab el-Tarîx) û li ser hesab kirina seatên roj(Kitab el-Rûxmat) jî xebitîbû. Ew li ser Trîgonometrîyê jî dişuxule.