Kîsikê hewayê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
B r2.7.2) (robot guhêrandin: sk:Bezpečnostný vzduchový vankúš
ArthurBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.6.3) (robot serzêde kirin: uk:Подушка безпеки
Rêz 61: Rêz 61:
[[tg:Кисаи ҳаво]]
[[tg:Кисаи ҳаво]]
[[tr:Hava yastığı]]
[[tr:Hava yastığı]]
[[uk:Подушка безпеки]]
[[vi:Túi khí]]
[[vi:Túi khí]]
[[zh:安全气囊]]
[[zh:安全气囊]]

Guhartoya 14:56, 10 çiriya paşîn 2011

Airbaga SEAT Ibizayê
Hêmaya wesayîtên bi airbag

Airbag, bi kurdî balîfê hewayê jî tê gotin, lê zêdetirîn gotina airbag tê çêtirdîtin. Wesayîtên bi airbagê re jî SRS ew sazûmane ji bo trembêl û wesayîtan hatiye çêkirin. Sedema çêkirina wê sazûmanê jî ev e ku qezayekî bêyî wendahî û bêyî birîndar. Ew sazûmane bi alikariya hewaya bipalepesto pêk tê. Sazûmanekî tê çêkirin û sêwirandin têde daringên kîmyewî û gelek daringên din ên bifişar cih digire. Ebata wê cîhazê bigiştî 20x20 tê dîtin, lı gor modelên wesayît û trembêlan ew ebat diguhere.

Gava ku wesayît qeza bike "sansûrên" li pêş wesayîtê li gor hêza qezayê û qelibînê (lêxistinê) dipîve û heke teqîna airbagê pêdivî bibîne, bi awayekî otomatîk bi rêya elektrîkê sazûmanên airbagê bi wê terhî bihêz û hişk diteqe. Hewayekî guşar û fişar dipijiqîne balîfê û di werime (perçifîne). Di heman çirkê de balîf di werime û nahêle ku qeza zêdetir zirarê bide.

Niha li gor zagonên gerdûnî ji bo wesayîtan ên nû tê çêkirin, cihê ku ajotvan dirûne li ser dîreksiyonê (badokê) airbag danîn pêwiste ji bo her wesayîtan.

Gelek kes bi saya wê pergalê qezayê de zêdetir zirar nedîtiye û jiyana xwe domandiye. Di qezayê de bi birînên piçûk ji mirin û bobelatên din filitîne.


Dîrok

Yekemîn balîfê hewayê di 1950yî de derxistine holê. Lê kesek wê pergalê re germ nedinêrî. 1980yî de Mercedes-Benz li ser modela W126-S-Classê re wê sazûmanê ceriband û wan wesayîten re jî Supplemental Restraint Systems (bi kurtasî SRS) tê gotin ango bi kurdî Pergala parastina alîkar. Piştî Mercedes, Porsche ji bo modela Porsche 944an wê sazûmanê bi kar anî. Niha ew sazûman ji bo wesayîtan standart bûye.

Girêdanên derve

  • Hilberînerên airbagê