Kîsikê hewayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Airbaga SEAT Ibizayê
Hêmaya wesayîtên bi kîsikê hewayê

Kîsikê hewayê[1], balîfê hewayê an jî airbag jî tê gotin, lê jê re gotina airbag çêtir tê dîtin. Wesayîtên bi airbagê re jî SRS ew sazûmane ji bo tirombêl û wesayîtan hatiye çêkirin. Sedema çêkirina wê sazûmanê jî ev e ku qezayekî bêyî wendahî û bêyî birîndar.

Ew sazûmane bi alikariya hewaya bipalepesto pêk tê. Sazûmanekî tê çêkirin û sêwirandin têde daringên kîmyewî û gelek daringên din ên bifişar cih digire. Ebata wê cîhazê bigiştî 20x20 tê dîtin, li gor modelên wesayît û tirombêlan ew ebat diguhere.

Gava ku wesayît qeza bike "sansûrên" li pêş wesayîtê li gor hêza qezayê û qelibînê (lêxistinê) dipîve û heke teqîna airbagê pêdivî bibîne, bi awayekî otomatîk bi rêya elektrîkê sazûmanên airbagê bi wê terhî bihêz û hişk diteqe. Hewayekî guşar û fişar dipijiqîne balîfê û diwerime (perçifîne). Di heman çirkê de balîf diwerime û nahêle ku qeza zêdetir zirarê bide.

Niha li gor zagonên gerdûnî ji bo wesayîtan ên nû tê çêkirin, cihê ku ajotvan dirûne li ser dîreksiyonê (badokê) airbag danîn pêwiste ji bo her wesayîtan.

Gelek kes bi saya wê pergalê qezayê de zêdetir zirar nedîtiye û jiyana xwe domandiye. Di qezayê de bi birînên piçûk ji mirin û bobelatên din filitîne.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yekemîn kîsikê hewayê di 1950yî de derxistine holê. Lê kesek wê pergalê re germ nedinêrî. 1980yî de Mercedes-Benz li ser modela W126-S-Classê re wê sazûmanê ceriband û wan wesayîten re jî Supplemental Restraint Systems (bi kurtasî SRS) tê gotin ango bi kurdî Pergala parastina alîkar. Piştî Mercedes, Porsche ji bo modela Porsche 944an wê sazûmanê bi kar anî. Niha ew sazûman ji bo wesayîtan standart bûye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ PONS Bildwörterbuch Kurdisch. Pons-Verlag. r. 112. ISBN 978-3125161214.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]