Dêra Rastîn a Îsa: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
B r2.6.4) (robot guhêrandin: xmf:ქირსეშ ჭეშმარიტი ეკლესია |
B robot serzêde kirin: lez:Иисусан дуьз диин |
||
Rêz 138: | Rêz 138: | ||
[[lad:Verdadera Eglesia de Yeshu]] |
[[lad:Verdadera Eglesia de Yeshu]] |
||
[[lb:True Jesus Church]] |
[[lb:True Jesus Church]] |
||
[[lez:Иисусан дуьз диин]] |
|||
[[lg:Kkanisa ya Yeso Eyannamaddala]] |
[[lg:Kkanisa ya Yeso Eyannamaddala]] |
||
[[li:Ware Zjezus Kèrk]] |
[[li:Ware Zjezus Kèrk]] |
Guhartoya 08:49, 28 adar 2012
Kinîsa ya Îsa yê rastîn (bi çînî: 真耶穌教會) an TJC (bi inglîzî: True Jesus Church) dêreyeke serbixwe ye ku di sala 1917 li Pekîn, paytextê Çînê, hate damezrandin.
Serokê encumena navnetewiya wî Yung-Ji Lin e. Li dinyayê da nêzîkî 1,5 milyon bavermendên wî hene.
Gotinên xwe
- "Gihiştina ruhê pîroz, bi axaftina zimên, Mîrata keyaniya bihuştê mîsoger dike."
- "Mêrûna avê ayîna efûkirina gunehan û nûbûnê ye. Mêrûn bi ava di nava xwezayê de pêk tê. Mînak; çem, derya an rûbar. jixwe mêrûnkerê ku berê mêrûn bûye, karê mêrûn li ser navê Îsa bi cih tîne. Kesê ku tê mêrûnkirin, bi awayê, serî li jêr û rû li erdê dinêre, bi hemû laşê xwe dikeve avê."
- "Ayîna pî dike ku kes û Îsa bibin yek. Di heman demê de bi vî awayî ew kes mutewazîbûn, pîrozbûn, hezkirin û efûkirinê bi bîr tîne. Her kesê ku mêrûna avê bûye, divê bi navê Îsa piyên xwe jî bişo. Bi beranberî pî şuştin dikare di demên musaît de bê kirin."
- "Ayîna pîroz, ayîna ji bona bibîranîna mirina Îsa ye. Bi xêra vê ayînê mirov dikare bibe perçak ji goşt û xwîna Îsa û bi wî re di nava yekitiya baweriyê de be da ku karibe bibe xwedî jiyana bêdawî, û roja dawî derkeve asîmanan. Ev ayîn hetanî ji dest tê bênavber tê kirin. tenê ava tirî û nanê bêmaya tê bikaranîn."
- "Roja Şabatê, Şemiya ku roja heftêmîn tê qebûlkirin, roja pîroz e û ji aliyê xwedê ve hatiye pîrozkirin. Divê ev roj bi bîranîna afirineriya xwedê, û bi hêviya aramiya ebedî ya li bende me ye, were derbaskirin."
- "Peyamber Îsa yê ku gotinên xwedê digihand mirovan, bû kurê bi ruh û can, ji bona gunehkaran rizgar bike hate çarmîxkirin. Roja sêyemîn dîsa ew anîn jiyanê û çû bihuştê. Ew rizgarvanê yekane yê mirovahiyê, afirênerê bihuşt û cîhanê ye û tenê ew xwedayê rastî ye."
- "Incîla ku ji aliyê xwedê ve hat afirandin bi beşên xwe yên kevn û nû ve, rastiya pîroz a yekane û standarda jiyana Xristiyanan e."
- "Rizgarî alîkariya (diyariya) xwe ya ji bona baweriyê ye. Divê yên bibawerî; ji bona berdewamiya pîrozbûnê, firazwerkirina xwedê û hezkirina mirovan, ji Ruh el Qudûs bawer bikin."
- "Dêra Îsa'yê Rastîn, di dema baranên duyemîn, gava Ruh-el kuds (Ruhê pîroz) bû ji aliyê Îsa Mesîh ve hate avakirin. Dêra Îsa'yê Rastîn, ji dera rast a dema Papa hatiye restorekirin."
- "Hatina duyemîn a Mesîh dê bibe "Roja Dawî". Ewê ji bihuştê ji bona damezirandina cîhanê were; yên dilpak dê wê bibin xwedî jiyanek bê dawî û yên di giyana wan de xerabî hene dê ji bona jiyanek bêdawî werin lanetkirin."