Teşî (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Teşî sernavê pirtûka helbestvan Azad Zal e.

Teşî
Nivîskar Azad Zal
Weşanxane Weşanên AVA
Rûpel 64
ISBN ISBN 978-605-89342-0-7

Pirtûka yekemîn a Azad Zal “Teşî” bi pêşgotina helbestvan Arjen Arî ji nav Weşanên AVA derketiye.

Azad Zal hişmendiya xwe ya bi salan di helbestên xwe de weke teşiyê dirêse. Helbestên ku di pirtûkê de cih girtine ji 6 beşan pêk tê:

“Teşiya Destpêkê”, “Teşiya Hêviya”, “Teşiya Bûyînê”, “Teşiya Vezayînê”, “Teşiya Dayika Teşîrês” “Teşiya Evînê”.

Di pêşgotina pirtûkê de ji bo helbestên Azad Zalî wiha tê gotin:

“Teşiyên ku Azad hawara xwe digihîne wan û ji wan dixwaze ku bibin verêsên qîrîna wî, teşiya dayikên kurwenda, teşiya dayikên ku kulên xwe bi ser destê şevê de dirîsîn, teşiya dayikên ku di tenûra dilê xwe de nanê evînê dipehtin in… Azad jiyîna bi qîrîn dike qîrîna jiyana me.”