Temerzê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Temerzê, gundekî li ser navçeya Hezex ya Şirnex e.Temerzê serê pêşîn di destê Filehan de bû.Bi şûn de Kurdên misilman ketine.Niha 60 xanî tê de heye.Nîvî bêhtir ji silsila Şêx in. Gundekî derdora we zehf mezin e.Temerzê li ser sê gundên kavil ava bûye.Eserên tarîxî û xaniyên kevirîn gelek in.Şikeft û mixare zehf in.Şêtika û xerabe bilind du gund inn ku temerzê li ser wan hatiye avakirin.Hewayeke hênik û xweş lê heye.Gundên cîranê wê Araban, Axrit, Zinarix, Hacîkesen, Delave Qesrê, Bêzirkê û Midihê ye. Midihê gundekî filehan e.Li wê derdorê de gundê mezin yên filehan Midihê ye.Axayê gund Hecî Mehmûd e. Ku emrê wî 95 an bêhtir e.