Tenîsa sermaseyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tenîsa sermaseyê an jî pîng-pong werzişek e ku li ser maseyê tê lîstin û du-çar lîstikvan tê de beşdar dibin û her lîstikvanek xwedan raketek e û bi karanîna wê li topê dixe. Di nîvê maseyê de tor heye û lêxistina topê li gorî hin qaîdeyan e. Top di vê werzîşê de sivik (spî an porteqalî) û vala ye. Mase ji darê û camê hişk hatiye çêkirin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eslê vê lîstikê li Brîtanya ye, ku di 1890-1880 de, mîrên çîna jorîn (dema Qral Victoria) piştî xwarina nîvro ew ji bo kêfê lîstin. Xuya ye ku wê demê ji dêvla ku di bin tavê de bileyizin, tenîsa li bin banî tercîh kirine, loma jî tenîsa maseyê çêkirine. Li hin welatên îngilîzîaxêv, zanîngeh, dibistan û navendên werzîşê ji bo vê werzîşê bikaranîna peyva pîng pongê qedexe ye û divê li şûna wan tenîsa maseyê bikar bînin. Sedema wê jî peyva pîng pongê ye, ku berê ji bo tinazî yan jî rûreşkirina niştecihên Rojhilata Asyayê dihat bikaranîn û bi nijadperestiyê tê barkirin. Her wiha tê gotin ku tenîsa maseyê navê werzişekî ye, lê pîng pong navê markayeke Amerîkî ye ku di sala 1901ê de hatiye tomarkirin û di malpera xwe de behsa cudahiya di navbera pênaseya tenîsa masê û pîngpongê de kiriye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]