Tengava Macellan
Tengava Macellan | |
|---|---|
| Xeletiya Luayê di Modul:Nexşeya_cihan de, li ser rêza 512: Unable to find the specified location map definition: "Module:Nexşeya cihan/dane/Şîlî" does not exist. | |
| Koordînat: 54°Bş 71°Ra / 54°Bş 71°Ra | |
| Dewlet | Şîlî |
| Li beşa îdarî | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Tengava Macellan (Latînî: "Fretum Magellanicum") tengaveka navbera parzemîna Emerîkaya başûrî û çend giravan ji hev veqetandî ye. Ew ji 1881an vir ve di sînorên Şîlîyê de dimîne.
Dirêjiya vê tengavê dora 670 km ye û firehiya wê ya herî kêm dadikeve heya 4,5 km. Tengav Okyanûsa Atlantîk û Okyanûsa Pasîfîk bi hev ve girêdide. Heya çêkirina Kanala Panamayê xwedî girîngiyeke mezin bû.
Tengav di sala 1520'an de ji hêla deryagerê Portugalî, Ferdinand Magellan ve hatibû kifşkirin û bi navê wî hatibû binavkirin. Lê Magellan wexta ku ev kanal kifş kiribû, bi navê Estreito de Todos los Santos (Tengava Herî Pîroz) binavkiribû.
Nivîskar û lêkolînerê Îngîlîzî Gavin Menzies di pirtûka xwe ya bi navê 1421 - Wexta ku Çîn dinyayê Kifşdike de îddîa dike ku Çînîyan, beriya Macellan, ew di sala 1421/22an de vedîtine.

Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |