Teoriya peresanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Peresan ango werar an jî evolusyon behsa guhertina taybetiyên genetîk ên populasyona cureyekê dike, yên ku derbasî cisnên/neslên nu dibin.

Darwîn

Teoriya Peresanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlozofên Îyonyayî hê di salê B.Z 6ê de behsa vî tiştî kiribûn. Thales bawer dikir ku mirov jî wekî hemû tiştan ji avê hatîye. Enaksîmander jî hin eşkeretir digot: "eslê me ji deryayê tê û em ji peresana hin cure masiyan gihêştin". Arîstoteles hîn xuyatir rastiya peresanê bilêv anî û di got: "Organîzma ji formên hêsan ber bi formên têkel pêşketin e (...). Lebatên giyaneweran li gor pêwîstî û bi karanînê pêşketine".

Di serdema navîn de cîhê peresanê tune bû ji ber ku her tişt bi pirtûkên pîroz dihat reve kirin û her tişt jî di destê dêran de bû. Her wiha, heta Darwinê gelek fîlozof û zanistvan ji hêla xwe peresanê anîbûn ziman. Lê raveya herî berfireh bêguman ya Darwinê bû. Piştî Darwinê jî di 160 salên dawîn de sedan zanistvan bi dehhezaran vedîtin, palpişt, keşîf û bermayiyên fosîlan û bi alîkarî û hêza hûrlênêrîna teknolojiya nû teoriya Darwîn ya peresanê bi dehan caran ber bi zagon bûnê re nêzîk bû.

Peresan û îroroj[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zanistvanên demê me dîyar dikin ku dozîneya peresenê girêdayî seleksîyona sirûştî û daherizîna genetîkê ye û ger meriv baweriya xwe pê persenê neyne wê nikaribin hin taybetmendiyên kur ya vê mijarê jî têbigehêjin.

  • Hemû organîzma ji yek çavkaniyê hatine û piştre cureyên din di nava milyonan sal de derketine holê. Di di hêla bîyolojîk de cureya herî nêz ya ji bo mirovan şempaze ne.
  • Pêşxistina û fam kirina mijara peresanê wê feyde ji çareserkirina gelek nexweşiyan û bersivdana gelek pirsan jî bîne.
  • Ev ji aliyê kesên ku baweriya wan bi afirandinê heye ve tê rexne kirin. Cihê afirandinê û sêwirana aqilbend di zanistê de nîne. Her wiha divê siyasetvan têvî vî mijarê nebin.Ev mijarake zanistiyê.
  • Çi karê sîyasetvan û oldaran bi vê meselyê re heye. Kîjan mentiq dipejirîne ku bi sedhezaran cure ji nişka ve hatibe afirendin û her cure jî di nava xwe de bi sedan avayên cuda ji nişka ve derkeve holê.
  • Peresan bi fosîlan bi fîzyolojî,anatomî û bîyolojiyê û hezaran palpiştên zanistî li ber çavê me ye.
  • Zanist û teknolojî her roj pêş dikeve lê teoriya peresanê paş nakeve berovajî xurtir dibe.

Formên derbasbûnê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dijberên peresanê herî zêde behsa tune bûna formên derbasbûnê dikin.

Di salên dawî de bi veditîna fosîlên nû yên ku teoriya peresenê piştrast dikin derdikevin holê. Wek mînak, li Efrîqayê dû fosîlên mirovan ku ji serdemên cuda mane bi avayekî eşkere ferqa ku bi peresanê derketîye holê nîşan dide. Her wiha, berî demekî li Qenedayê jî fosîlekî 37 mîlyon salî hate dîtin, ku helqeyeke kêm ya peresanê ye û cureyek di navbera masî û omergayîya (mazmazk) bi 4 çar lingan destnîşan dike û navê vê fosîlê jî wek “Tiktaalik” hate dayîn. Wekî din, li eyaleta bakûrê rojavayê Çînê li Gansuyê 49 fosîlên ku nêzî çûkên amfîbîk ya roja me ne hatin dîtin. Ev fosîlên ku navê 'Gansus yumenensis' hatîye danîn berê jî lingeke wan hatibû dîtin û tê dîyar kirin ku di serdema dînazoran de jiyane. Ev fosîl beşên kêm ya peresnênên çûkan temam dike.

Her roj valahîyekî di vî warî de tije dibe. Di dahatûyê de bi zêdetir pêşkatina zanistê peresanê bi avayekî hin zelaltir wê were selmandin.

Oldar û teoriya peresanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Oldar li hemû Cîhanê qebûl kirin li alîyekî qerfên xwe vê yekê tînin. Dibêjin "ma çawa mirov ji meymûnê tên". Oldaran bi zanayî meselaya peresanê lêvedigerînin "ji meymûnê hatinê" û bi berfirehî naxwazin lê binêrin. Ji ber ku mehmûn di daristanan an jî li baxça ajalan tê dîtin û bo wan giyanewereke nizm e.Lê peresan ji meymûnê hatinê nîne.Ne mijareke ewqas hêsan û bêkitekit e.

Oldar piranî ji hêla xwe zanistî zêdetir bi hêla peresanê ya bi olê re mijul in.Oldar bi giştî vê yekê dijî pirtûkên pîroz dibînin.Pirtûkên pîroz hema ji wek tê dîtin şîrove dikin û li şuna ku kurahiya pirtûkên pîroz binêrin bi avayekî çîrokî gellek tiştan şîrove dikin.Êdî angaştên xwe de ewqas bi israrin ku ji xeynî parastina ramanên xwe riyekî din nabînin û ditirsin ku pejirandina vê yekê zirarê bigêhêje olê.

Argumana herî bêbingeh ya wan derdoran ew e ku dibêjin "Peresan xizmetê dike materyalîstan". Lê tu carî têkîliya peresan û materyalîzmê li gor angaşta wan nebûye.Xulqparêz bi qastî peyvên îdolojîk,tirsnak wek komînîzm,materyalîzm,faşizîm,ateîzim, kapîtalîm û gelekên din bikartînin ku bi vê avahî mijara peresanê bi îdolojiyan re girêbidin da ku bi avahî hêsanti pûç derxînin. Zagonek wisa tune ye ku komunîst, çepperest an jî faşîstek nikare baweriya xwe bi Xwedê bîne an jî kapîtalîstek neçare baweriya peresanê bike.Ev hemû têgîn,têgînên demî û berjewnedîyiyên teng in.

Ji nişka ve afirandin çiqas guncawe hêza Xwedê û riya mantiqê. Peresan ne nîşana hêza Xwedê ye. Ma gelo Xwedê dervey mantiqa mirovatiyê ya hemû serdeman heta dawiyê Cîhanê tiştetî dike!?Bawerîye her kesî hebe ku Xwedê wekî afiandina nişkave tiştekî hêsan pêk nayîne.

Angaştên klasîk ên dijberên peresanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • "Peresan nehatîye îspat kirin"
Rastî: Di zanistê de teorî wek di matemetîk an jî mantiqê nayên îspat kirin.Peyva "îspatê" ji aliyê gel ve şaş tê fam kirin.Di tu qadê zanistê de wek matemetîkê an jî mantiqê % 100 îspat kirin nîne.Di zanistê de têgînek,rêmanek wisa nîne.
  • "Peresan dijî pirtûkên pîroz û ole,heywan û mirov ji hev nahetine afirandin!"
Rastî:Li cîhanê êdî gellek oldar vê rastiyê dipejirînin.Pirtûkên pîroz rastû û têgiştina vê demê hatine nivîsandin.Hin çîrokên di nava pirtûkên pîroz de,çîrok û vegotinên giştî ne û divê li gor roja me were nirxandin"Ji nişka ve afirandin çiqas guncawe hêza Xwedê û riya mentiqê.Peresan ne nîşana hêza Xwedê ye.Ma gelo Xwedê dervey mantiqa mirovatiyê ya hemû serdeman heta dawiyê Cîhanê tiştetî dike!?
  • "Peresan dijî xaladuduyê ya zagona Termodînamîk e.Ji kaosê,pergal çênabe. Entropî her zêde dibe û enerjî ber bi valahiyê belav dibe.Divê bo pêk hatina peresanê hêzeke berovajî entropiyê pêwîtse. Ji ber vê yekê peresan pêk naye,encax Xwedê hêzekî berovajî entropîye dikare pêk bîne."
Rastî: Xala duduyê ya zagona Termodînamîk bo sîstemên girtî(dadayî) ye. Organîzma di sîstemên vekirî de danûstandina enerjiyê dikin.Di hawirê de enerjiya bêdawî heye. Xulqparêz(afirînparêz) dibêjin enerjî di fezayê de belav dibe. Jixwe li gor peresanê jî bi bikaranîna enerjiya li ezmanê jiyan pêk hatîye. Darek bi saya enerjiya ku rojê diger û bi çêkirina fotosentezê mezin dibe. Ango çavkaniya enerjiyê eşkereye. Di dema mirina zindîyekê "zêdeka entropiyê "pêk tê û hemû enerjiya wî "bo ji nû ve bikaranînê" vedigere sirûştêç
  • "Asta kêm ya gaza Helyûmê di atmosferê de nîşan ciwan(genc) bûna Cîhanê ye. Ger Cîhan 4,6 salî bûya diviya bû ku zêdetir gaza helyûmê bûya"
Rastî; Helyûm gazake pir sivik e. Wekî hîdrojenê tevî esmanê dibe û di atmosferê de zêde namîne.
  • "Bîyolog tu carî rastî peresanê nehatine"
Rastî: Peresan ne tiştekî ku di nava katjimêrek, roje, mehek an jî salan de pêk tê bo dîtina peresanên mezin milyonan sal hewceye. Bîyolog gelek caran çavderiya peresanê kirine. Di mîkrobîyolojî de nîşana vêê yekê her roj tê dîtin. Bakteriyên ku li dijî antîbîyoktîkan hêz qezenc û xwe diguherin dikin an jî bihokên ku li dijî DDTyê tirûş bidestdixin û xwe diguherin hin mînakên vê yekê ne.
  • "Şaneyek çêkirî hê nehatîye pêkanîn"
Rastî: Şaneyeke xwedî faalîyetên jiyanî nehatîye çêkirin di hawirê labaratuaran de lê pêkhatên bingehîn yê giyaneweran aminoasît,nukleik asît, şekiran û gelek molekulên organîk bi avayekî sunî hatine çêkirin. Kêşe niha eve ku di labaraturan de bi teknolojiya îro şertên beriya 4, 6 mîlyar salan naye pêk anîn û 4 mîlyar sal jî ne mimkune ku were sekinîn. Her wiha li benda mayîna pêkhatina şaneyek xwebixwe di nava lûlikên ezmûnê de hinek saxikî ye.
  • "Jiyan xwe bixxwe di nava 4 mîlyar salan de nabe ku pêk were.Li noronekê binêrin çeşîddariya reksîyonên biyokîmyasal binêrin ma çawa ewqas sîstem xwe bi xwe çêdibe?"
Rastî: Di pêşketina peresanê de her tim zanyarî û avahiya stabîl bi navberiya seleksîyona sirûştî di zindiyên din de jî hatîye bikaranîn.Binêrin laşê me, hin teybetmendiyên di him ya masiyan, bakteriyên îlkel (hoveber) him jî ya marîjokan ser me heye. Di peresanê de her tişt qedeme qedeme pêk hatîye.Berê amîno asît, piştre proteînên thermal, piştre proteinoid, piştre amino asitên ATP, piştre proteînên kompleks û senteza proteînan, piştre şaneyên prototîp û di nava mîlyonan sal de bi bi ceribandin û şelipînê şaneyên stabîl pêk hatine.
  • "Formên derbasbûnê nînin"
Rastî: Di salên dawî de bi veditîna fosîlên nû rastiya peresenê derdikeve holê. Herî dawî li Afrîkayê dû fosîlên mirovan ku ji serdemên cuda mane bi avayekî eşkere ferqa ku bi peresanê derketîye holê nîşan dide.

"Fosîlekî (Tiktaalik) 37 mîlyon salî ku helqeya kêm ya peresanê cureyek di navbera masî û omergayîya(mazmazk) bi 4 çar lingan ku li Qenedayê hatibû peyda kirin".

Her wiha berî demekî li Qenedayê jî fosîlekî 37 mîlyon salî ku helqeya kêm ya peresanê cureyek di navbera masî û omergayîya(mazmazk) bi 4 çar lingan hate dîtin û navê vê fosîlê jî wek “Tiktaalik” hate dayîn.

Herî dawî jî li eyaleta bakûrê rojavayê Çînê li Gansuyê 49 fosîlên ku nêzî çûkên amfîbîk ya roja me ye hate dîtin.Ev fosîlên ku navê 'Gansus yumenensis' hatîye danîn berê jî lingeke wan hatibû dîtin tê dîyar kirin ku di serdema dînazoran de jiyane. Ev fosîl beşên kêm ya peresnênên çûkan temam dike. Her roj valahîyekî di vî warî de tije dibe. Di dahatûyê de bi zêdetir pêşkatina zanistê peresanê bi avayekî hin zeleltir wê were selmandin.

  • "Fosîl ji dema Kambrîan de ji nişka ve zêdebûne û organîzmayên pirrşane ji nişka ve zêde bûne.Lê beriya dema Kambrîna tu şop nîne."
Rastî: "Mîkrofosîlên herî pêşîn aîdê ya beriya 3,6 mîlyar salên berê. Fosîla herî kevn ya fosîlên pirrşane jî ya beriya 700 mîlyan salanin. Ango ev mawe beriya 80 milyon sal berê ya dema Kambrîn e. Ger bi çavekî zanyarî neye lênêrîn mirov dikare bi hezaran pirsên tewş û dervey zanist bipirse.

Her wiha xaleke girîng jî ewe ku bi dehan angaştên bi rengî kesên (wekî li Tirkîye Harûn Yahya û koma wî/hin Xulqparêzên(afirînparêz) li emerîka) ne xwediyê ev daneheva zanyarî û perewerdeyê ne ku angaştên wisa bilêv bikin.

Darwîn bi delfetên sedsala 19'emîn bergehek nû di warê zanistê de "afirand".Êdî bi teknolojiya dema me binyata DNA yê bi temamî tê çareser(deşîfre) kirin.Di demekî wisa de mirov pêşarojê bifikire dê rojên tengav li benda dijberên peresanê de ne.

Teknolojî û zanist her roj bilêzî pêşdikeve û bo bizelalî tune kirina angaşta wan her roj pêşketinek nû çêdibe..Vê gavê bawermend hin zêdetir bikevin têngasî û mûxlakiyê.Helwesta wan zirarê dide ola wan jî

Tabloya Peresanê mirovê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Orrorin tugenensis: Beriya 6 mîlyon sal

Ardipithecus ramidus: Beriya 4.4mîlyon sal

Australopithecus anamensis: Beriya 4.2-3.9 mîlyon sal

Australopithecus afarensis: Beriya 3.6-2.9 mîlyon sal

Kenyanthropus platyops: Beriya 3.5-3.3 mîlyon sal

Australopithecus africanus: Beriya 3-2 mîlyon sal

Australopithecus aethiopicus: Beriya 2.7-2.3 mîlyon sal

Australopithecus garhi: Beriya 2.5 mîlyon sal

Australopithecus boisei: Beriya 2.3-1.4 mîlyon sal

Homo habilis: Beriya 2.3-1.6 mîlyon sal

Homo erectus: Beriya 1.8-0.3 mîlyon sal

Australopithecus robustus: Beriya 1.8-1.5 mîlyon sal

Homo heidelbergensis: Beriya 600-100 hezar sal

Homo neanderthalensis: Beriya 250-30 hezar sal

Homo sapiens: Mirovê roja me

Çavkaniya Gotarê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]