Term

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Term ji laşê mirov an jî heywaneke mirî re tê gotin. Lê tîpa "r" qalind tê xwendin û carna wek "terrm" tê nivîsandin.

Dema heywanek, çi dibe bila bibe dimre, eger heywaneke ku goştê wê tê xwarin jî dema ku bê serjêkirin dimre, ji wî gewdeyê mirî re "terrm" tê gotin. Wek mînak: Terrmê bizinê ango bizin miriye. Terrmê kerê, ango ker miriye. Terrmê gur, ango gur miriye.

Hin caran ev peyv ji bo mirovên mirî jî tê gotin. Ev hawe şaş e. Bi tu rengê peyva "terrm" ji bo mirovê mirî nayê gotin. Eger bê gotin jî, ji bo şufandinê tê gotin. Wek mînak dema bêgotin: "Terrmê filankeso binax kirin" wî filankesî dişûfînin heywanan. Yan kesê xiran dema dimre, xelk dibêje "terrmê wî..."

Bêjeya "terrm" ji heywanên ku goştê wan tê xwarin re jî tê gotin, çi dema ku bê serjêkirin bimrin. Yan jî li gor ideolojiya olperestan, kesê/kesa ku wek wan ne olperest be û bimre, peyvika "terrm" jê re jî dibêjin.

Çavkaniya dewlemend ji bo zimanê kurdî, berhemên klasîk û yên folklorî ne. Dipiraniya stiranên folklorî yên şeran de, dibêjin: "... îro sê şev û sê roj in laşê (mesela) bavê Xezebê maye li ber tava havînê..."

Ne xwe li virê diyar bû ku ji kesê mirî re "laş" tê gotin.