Zîpik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Terze hat beralîkirin)
Hebek Zîpik

Zîpik, heb an perçeyên qeşayê ko ji hewa dibarin in.. Mezinahiya perçeyen cûda cûda ye. Dema mij an buxar li bilindahiyên ezman ji nişka ve dicemide ev perçeyên qeşayê (bûz) pêk tên.

Li jorê di nav ewran de carina dilopên baranê diqerisin, dibin qeflayên wekî nokan û dibarin. Ji wan re dibêjin zîpik. Zîpik bêtir bihar û havînan dibare. Ji zîpika libgir re dibêjin teyrok. Teyrok di dema tavên xurt û brûskî de tên xwarê. Teyrok zerareke mezin didin sebze û mêweyên nû. Zîpika ku libên wê hûr in, jê re dibêjin gijlok an jî xilorîk. Di devokên kurdî ji zîpik, terze jî tê gotin.

Bide ber: