Here naverokê

Tesîra borîna yekê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tesîra borîna yekê (her wisa wek metabolîzmaya borîna yekê an jî metabolîzmaya presîstematîk tê nasîn) fenomeneke metabolîzmaya dermanan e bi rêya kêmbûna konsantrasyona dermanî ye berî ku ew bigehe sîrkûlasyona sîstematîk.Ew fraksiyona wendabûna dermanî ye di dema pêvajoya absorbsiyonê de ku giştî li gel têkiliya mêlak û dîwarê rûvîk.Dermanên balkêş ku yên xwedî tecrûbeyeke girîng ya tesîra borîna yekê ev in : îmîpramîn,morfîn,propranolol,buprenorfîn,dîazepam,mîdazolam,demerol,sîmetîdîn û lîdokaîn e.

Piştî darqutandina dermanî , ew tê mêjîn (absorbekirin) ji layê sîstema dehan(digestive system) û diçe nava portal sîstema hepatîk.Ew tê neqlkirin bi venê portal bo nava mêlak berî ku ew bigehe nava wûcud.