Tevgera civakî
Tevgera civakî an jî tevgera girseyî hewildaneke bi rêkûpêk e ku ji aliyê komek mezin a mirovan ve ji bo bidestxistina mafên rewa têne lidarxistin.[1][2] Tevgerên civakî dibe ku ji bo pêkanîna guhertinek civakî, berxwedan an jî hilweşandina rêveberiyeke otorîter be.[3] Tevgerên civakî wekî "lidarxistinên rêxistinî û stratejiyên ku dikarin gelên bindest bi hêztir bikin ku li hember dewletên kolonyalîzm sûda wan zêde bikin" hatiye binav kirin.
Tevgerên civakî ji aliyê zanistên civakî ve wekê tevgerên komeke kolektîv e ku cûreyên cûda yên rêziknameyan vedihewîne û hewl dide ku bi seferberî û stratejiyên tevgerên cihêreng bileztir bike ku pêşî lê bigire an berevajî bike hatiye ravekirin. Bi vê awayê tevgera civakî di guhertina civak û pirsgirêkan de roleke hevpar werdigire. Tevgerên civakî hewl dide ku mirovan ji bo xayeyek hevpar li hev kom bike. Analîzên tevgera civakî ku li ser çalakiyên van kesan lêkolîn dike, dikare ji aliyê zanyarên siyasî, civaknas, psîkolog û dîrokzanan ve were analîz kirin. Kesên wekî Charles Tilly, Sidney Tarrow, Donatella della Porta, Alain Touraine, Alberto Melucci akademîsyenên girîng in ku di vî warî de xebatan dimeşînin. Teoriya tevgera civakî ya ku di vê çarçoveyê de hatiye avakirin, bi lihember-derketinan û daxwazên ku ji aliyê lêkolînên bûyerên mînakên nû ve têne derxistin pêşde diçe.
Zanista siyasî û civaknasî li ser tevgerên civakî gelek teorî û lêkolînên ampîrîk pêş xistine.[4] Wek mînak hinek lêkolînên di warê zanista siyasî de têkiliya di navbera tevgerên girseyî û damezrandina partiyên siyasî yên nû de tîne ber çavan û her weha li ser fonksiyona tevgerên civakî di derbarê danîna rojevê û bandora li ser siyasetê de nîqaşan dikin.[5] Civaknas di navbera çend celebên tevgera civakî de ku tiştên wekî vegir (çarçove) lêkolîn dikin ku cureya guherînê, rêbaza xebatê, rêgez û çarçoveya demê ji hev cihê dikin.[6]
Hinek lêkolîneran angaşt kirine ku tevgerên civakî yên rojavayî yên nûjen bi rêya perwerdehiyê (berfirehtir belavkirina wêjeyê) û zêdebûna tevgera kedê ji ber pîşesazîbûn û bajarîbûna civakên sedsala 19an mimkun bûn. Carinan tê nîqaşkirin ku azadiya raderbirînê, perwerdehiyê û serxwebûna aborî ya qismî ya ku di çanda nûjen a rojavayî de serdest in. Ev jî ji ber sedema tevgera hejmareke nediyar a civakî û bi berferehiya tevgerên cihêreng pêk hatiye. Gelek tevgerên civakî yên sed salên dawî mezin bûne. Yek ji van tevgerên civakî yên mezin tevgera civakî ya Mau Mau ya li Kenyayê bû ku li dijî kolonyalîzma rojavayî pêk hatiye. Tevgerên civakî ji nêz ve bi sîstemên siyasî yên demokratîk ve girêdayî ne û berdewam dikin. Carinan tevgerên civakî di demokratîkkirina neteweyan de cih girtine lê pir caran piştî demokratîkbûnê pêş ketine. Di van 200 salên borî de tevgerên civakî bûne beşek ji bertekên nerazîbûnê ya opozisyonên welatan.
Tevgerên nûjen bi gelemperî teknolojî û înternetê bikar tînin da ku mirovan li seranserên cîhanê seferber bikin. Veguheztina bi meylên ragihandinê di nav tevgerên serkevtî de mijarek hevpar e.[7]
Danasîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mario Diani amaje dike ku hema hema hemî pênase sê pîvanan hatine parve kirin: "toreke têkiliyên nefermî yên di navbera gelek kes, kom û/an rêxistinan de ku li ser bingeha nasnameyeke hevpar a kolektîv di nav nakokiyeke siyasî an çandî de ne."
Civaknas Charles Tilly tevgerên civakî wekê rêzek performans, xwepêşandan û kampanyayên nakokdar pênase dike ku mirovên ji rêzê bi wan re îdîayên kolektîv li yên din dikin. Li gorî Tilly tevgerên civakî ji bo beşdarbûna mirovên ji rêzê ya di siyaseta giştî de hewlên sereke ne. Wî diyar kiriye ku sê hêmanên sereke yên tevgera civakî hene:
1. Kampanya: hewldaneke gelemperî ya domdarî û rêxistinkirî ye ku îdîayên kolektîv ên otorîteran xaye dike;
2. Repertuwar (repertuwara nakokiyê): îstihdamkirina hevgirtinên ji nav awayên jêrîn ên çalakiya siyasî ye ku di nav de avakirina komele û koalîsyonên taybet, civînên gel, pêvajoyên cidî, nobet, mitîng, xwepêşandan, kampanyayên daxwaznameyan, daxuyanî û belavokên ji bo weşandina medyaya giştî heye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Scott, John; Marshall, Gordon (2009). social movements (bi îngilîzî). Oxford University Press. doi:10.1093/acref/9780199533008.001.0001/acref-9780199533008-e-2148. ISBN 978-0-19-953300-8.
- ^ "social movement | Definition of social movement by Webster's Online Dictionary". www.webster-dictionary.org. Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Opp, Karl-Dieter (8 nîsan 2009). Theories of Political Protest and Social Movements: A Multidisciplinary Introduction, Critique, and Synthesis (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-134-01439-2.
- ^ Antje (8 nîsan 2024). "How to Map a Movement". The Commons (bi Australian English). Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Leon, Cedric de (2014). Party & society: reconstructing a sociology of democratic party politics. Political sociology series. Cambridge, UK Malden, MA: Polity. ISBN 978-0-7456-5369-3.
- ^ Antje (12 kanûna pêşîn 2023). "What is a Social Movement? Social Movement Definitions". The Commons (bi Australian English). Roja gihiştinê 16 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Obar, Jonathan A.; Zube, Paul; Lampe, Clifford (1 kanûna paşîn 2012). "Advocacy 2.0: An Analysis of How Advocacy Groups in the United States Perceive and Use Social Media as Tools for Facilitating Civic Engagement and Collective Action". Journal of Information Policy. 2: 1–25. doi:10.5325/jinfopoli.2.2012.0001. ISSN 2381-5892.