Teyrê pepûkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Teyrê pepûkê.
Dêmena Teyrê pepûkek ciwan. Teyrê pepûkê yek ji cureyê balindeyên Kurdistanê ye

Mîtolojiya Teyrê pepûkê, yek ji mîtolojiyên kurdî ye ku hatiye bawerkirin ku keçekê sêwî ji tirsa dêmariya xwe birayê xwe yê ji xwe biçûktir kuştiye û ji ber vê yekê li xwe nifir û ji Xwedê xwestiye ku bibe teyr heta dewra dinyayê jibo şîna birayê biqîre. Li gorî mîtolojiyê jiber ev keç ku gelek ji Xwedê daxwaza dike û daxwaza wê tê qebûlkirin keçik dibe Teyrê pepûkê.[1]

Teyrê pepûkê bi taybetî li herêma serhedê her sal di biharê de dertê heta ku giha hişk dibe, bi dengekî ku dengê peyva "pepûk" diqîre.

Di demekê malbatek li gundekî çiyayî yê biçûk li jiyan kirine û du zarokên wanê yek kur û yeka din jî keç hebûn. Hemî xwestekên vê malbatê di asteke bi kêf, bextewarî û şadiyê de dihate cih.[1] Ev her du zarokên delal, ku li gundê ku lê dijîn, gelekî tên ecibandin, di bin siya darên li quntara çiyayan de, di nav bedewiya deştên ku şîn û kesk e, heta ku rojekê dayika wan ji nişkeve nexweş ket û dimire, bi jiyaneke pir kêfxweşî mezin dibin.

Bi mirina dayika her du zarokan hemî kêfxweşî, aramî û bextewariya malbatê veguherand xemgîniyê û hilweşand. Bira û xwîşk wek berê ne keniyan û ne jî bi kêfa xwe dileyîstin. Piştî demekê ji ber ku kesê ku li malê xwarinê çêbike tune bû, bavê wan neçar ma ku ji nû ve bizewice. Dema ku bavê wan zewicî, ​​dêmariya wan bêzar bû û zarokên wê çênedibû. Ji ber wê jî qet ji zarokan hez nedikir û dijminatî li zarokan dikir. Kengî fersend bi dest dixist, xerabiyê dikir û çi ji xerabî ji destê wê dihat li zarokan dikir. Dema ku bavê zarokan ji mal diçû xerabî û zexta li ser zarokan zêde dibû. Zarok bi şev û roj kar bi wan dida kirin, li wan dixist û ditirsand ku ji kesî re nebêjin. Bi van hemî xerabiyan, zarokan bi fikra ku ji bavê xwe re bêjin û bavê wan ji wan bawer nake, hewl didan ku jiyana xwe bidomînin.[1]

Di rojeke biharê de ku dîsa bavê wan ne li malê bû, dêmariya wan tur, kêr û adodekek dide bira û xwîşka wî ji bo tofkirina kerengan dişîne çiyê. Xwîşk û bira serê sibê zû ji mal derkevin û bi rê dikevin. Xwişka wî yek bi yek kerengan ku ji erdê derdixe divêjê turika ku li ser pişta birayê wê ye û bi vî awayî heta ku tarî dibe, kerengan tovdikin. Xwîşka wî li turika ku li pişta birayê wê, lê dinihêre ku ji sê çar gerengan pêştir di turikê de gereng tineye û turika li pişta birayê wê vala ye. Xwîşk û bira jibo ku turika wan vala ye matmayî dimînin û xwîşk ji birayê xwe re dibêje: "Te gerengên ku min avêtiye turê te ji sibê ve bi dizî xwariye, ne wisa?" "Niha emê çawa vegerin malê?" Dêmariya me dê me bikuje! ji birayê xwe re hêrsa xwe dide nîşan. Birayê wî dibêje: "Na xûşkê, ez sond dixwim ku min nexwariye, ji xeynî yek kerenga ku te daye min ku ez bixwim!" Lê bira çi dibêje xwîşka xwe nade bawer kirin. Bira ji xwîşka xwe re dibêje: "Ku tu ji min bawer nakî, zikê min biqelêşe û lê binêre"[1]

Xwişka wî kêr digire û zikê birayê xwe diqelêşe û bi qelaştina zikê birayê xwe dibîne ku ji xeynî gerenga ku wê daye birayê xwe mîda birayê vala ye, li ser vê derdikeve holê ku birayê wê kerengan nexwariye. Xwîşka wî bawer dike ku birayê wê rast gotiye. Xwîşk wî birîna birayê dipêçe û hewl dide ku wî ji mirinê xilas bike lê birayê wê di cih de jiyana xwe ji dest dide.

Xwişka wê jiber ku ji birayê xwe bawer nekir û dibe sedema mirina wî, ji vê êş û janê matmayî ma û li wir birayê xwe bi ava kaniyê şuşt û bi hêsiran veşart. Ji bo ku cihê definkirinê diyar bibe li kêleka tirba wî şitlek dar datîne. Dema ku ew vegeriya malê, bavê wê birayê wê dipirse. Xwîşka wî ji bavê xwe re dibêje: “ Birayê min hinekî westiya ye, bi darbiran re were”. Lê dem çiqas dereng dibe dîsa birayê wê nayê. Ji aliyekî ve tirsa bavê wê û ji aliyê din ve jî jibo birayê wê dilê wê diperite. Ji ber êş û jana birayê xwe di wî êvarê de bi Xwedê de fîzar dike, dibêje: “Ey Xwedayê min, min bike teyrê pepûk û bihêle ez herim van çiyayan, ku heta dinya bizivire, ez ji çiyayan ber bi çiyayan ve bigerim û pepûk birayê min" Daxwaza keçikê ew êvar ji aliyê Xwedê ve tê qebûlkirin û keçim dibe Teyrê pepûk û diçe ser dara li ber serê cihê ku birayê veşartiye disekine dest qêrîniya pepûkê dike. Li gorî mîtolojiyê heta îro jî ev keçik wek teyrekî pepûk li çiyayan digere û ji ber kuştina birayê xwe xwe ji her kesî re kuştina birayê xwe dibêje.

Her demsala biharê dema kereng ji erdê şin dibe dest bi qêrîna pepûkê dike heta demsala havînê ku kereng hişk dibe berdewam dike. Li gorî mîtolojiyê ev teyr di dema degewaziya xwe de wiha dibêje:[1]

Kurmancî
“Pepûk”
“Keko”
“Kî kir”
“Min kir”
“Kî kuşt”
“Min kuşt”
“Kî şuşt”
“Min şuşt”
Zazakî
“Pepû”
“Kekû”
“Kam kerd”
“Mi kerd”
“Kam kîşt” (çîşt)
“Mi kîşt” (çîşt)
“Kam şut”
“Mi şut”

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d e "Pepuk Kuşu Efsanesi". Tunceli EMEK Gazetesi. Ji orîjînalê di 20 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2022.