Thun

Thun
Thoune (fr)
Dîmeneke bajêr, çemê Aare û behra Thunê, ji hela serayê ve
Mertala Thun(y)ê
(Mertal)
Thun li ser nexşeya Swîsre nîşan dide
Thun
Thun
Thun (Swîsre)
Kargêrî
Welat   Swîsre
Dûgel Swîsre
Canton Berne
Navçe Thun
Şaredar Raphael Lanz (ji partiya SVP)
Demografî
Gelhe 42.623 (2010)
Berbelavî 1.975,1 kes/km²
Erdnîgarî
Rûerd 21,58 km²
Bilindayî 560
Koordînat 46°45′32″Bk 7°37′48″Rh / 46.75889°Bk 7.63000°Rh / 46.75889; 7.63000
Agahiyên din
Koda postayê 3600
Malper www.thun.ch

Thun (bi fransî: Thoune), navê şaredarî û serbajarê îdareya Thun a li herêma Bernê (Swîsre) ye. Bajar li ber behra Thunê hatiye avakirin, li cihê ku çemê Aare ji behrê diherike hêla bakur-rojhilatê. Ji xeynî turîzmê, bajar ji ber makîne- û cîhazfiroşî, weşankarî û leşkeriyê xwediyê aboryeke taybet e.

Herwiha, Thun leşgergeha herî mezin a Leşkeriya Swîsrî ye.

Erdnigarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navenda dîrokî ya bajêr ji perava behra Thunê nêzî kîlometrek dûr e û li ber çemê Aare hatiye damezirandin.

Navenda bajêr ji Schlossberg (çiyayê bi seray), Untere Stadt (bajarê jêr), ziqaq bazarê û girava bi navê Bälliz pêk tê. Li Schlossbergê kel û dêra bajêr peyda ne. Girava Bällîz di nava çemê Aare de disekine, ya ku ji behrê diherike ber bi Bernê. Ev girav ji sedsala 14emîn pê ve perçeyeke bajêr e. Ji sala 1988'an pê ve Bälliz herêmeke peyatiyê ye. Girav îro him ziqaqê herî giring yê danûstendinê ye, him jî weke navenda çandî ya bajêr tê qebûlkirin.

Mehelleyên nû yên bajêr li ser meydana hatine damezirandin, ya ku li bakur-rojavayê behra Thunê disekine. Ev meydan ji herriya çemê Kanderê hatibû avakirin, beriya ku çem di sala 1714'an de ber bi behrê hate beralîkirin. Sînora bajêr li bakur digihêje sînorên şaredariyên cîranî Steffisburg û Schwäbis. Gundên berê yên bi navê Dürrenast û Gwatt, yên ku - wek başûr-rojavayê Thunê - li ber kenarê behrê disekinin û bi sînorên xwe digihêjin başûrê bajêr. Ew jî êdî bûne perçeyeke bajêr. Li rojavayê mehelleyên Lerchenfeld, Allmendingen Allmend, ya ku ji aliyê leşkeriya Swîsrî weke meydana leşkeriyê tê bikaranîn, hene. Rojhilata bajêr dikeve nava warê qotan û gundê Goldiwil dixe nava sînorên xwe. Şaredariya Hünibach bi rojhilata bajêr yek bûbe jî, ne perçeyeke Thunê ye. Ew dikeve nav sînorên Hilterfingen.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şûna ku bajarê neha hatiye damezirandin bi hezar salan e weke derê xwe bicihkirinê hatiye bikaranîn (ji 2500 B.Z. pê ve). Navê 'Thun' peyveke keltî ye, ji gotina dunum (ango dun) hatiye beralîkirin û tê wateya 'cihê bizmar kirî'. Navê bajêr di çavkaniyên Fredgar de derbas dibin: ew rahîbeke frankî bû û di 7emîn sedsalê de jiya. Kela bajêr di salên 1200'an de ji aliyê dukên Zähringen ve hate lêkirin. Di sala 1264'an de Thun bi awayeke fermî werdigere bajarekî, ji aliyê kantona Bernê ve tê kirîn û bi vî havî dibe perçeyeke Bernê. Di dema Helvetîk de, ji sala 1798'an heta 1802'an Thun paytexta kanton Oberland ('Welatê Jorîn') bû, lê ew kanton piştrev belaw dibe û tevlî kantona Bernê dibe. Bajrokê Goldiwil di sala 1913'an de, Strättligen jî di sala 1920'an de tevlî bajêr dibin û werdigerin mehelleyên wê.

Derên turîstîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bazara şemiyê, li ser qada Rathausplatz
  • Seraya Thun, digel muzeya dîrokî li ser Schlossbergê
  • Mala şaredariyê ya ji sedsala 16emîn
  • Dêra bajarê
  • Behra Thunê, digel dîmena çiyayên Alpê
  • Parka Schadau digel Seraya Schadau û dêra Scherzlig
  • Birca Strättlig
  • Avtenga Choleren
  • Muzeya hunerê ya Thunê
  • Muzeya panzeran li Thun [1]

Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ www.armeemuseum.ch (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 23 îlon 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 nîsan 2012